2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ketin û derketina Qilabanê hate qedexekirin

Li 11 herêmên Qilabanê ketin û derketin ji bo 15 rojan hate qedexekirin. Qedexe dê ji 27’ê tîrmeha 2023’yan heta 10’ê tebaxa 2023’yan berdewam bike

Li navçeya Qileban a Şirnexê ketin û derketina 11 herêman di navbera dîrokên 27’ê tîrmehê û 10’ê tebaxê de hatin qedexekirin. Di daxuyaniya Walîtiyê de hate diyarkirin ku herêmên navên wan derbas dibin “xebatên sivîl hatine qedexekirin”.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Ji bo ku hemwelatî ji bergiriyên hatine girtin zirarê nebînin li herêmên di navbera Girê Dona, Girê Meşkûl, Girê Çali, Girê Avasipî, Girê Kel, Girê Ûç, Girê Berereş, Girê Memê, Girê Dolap, Çemê Gilatê, Pişta Mûjilî yên gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ji bo 15 rojan di navbera 27’ê tîrmeha 2023’yan de saet di 19.00’an de û 10’ê tebaxa 2023’yan saet 24.00’an de ketin û derketin û hemû xebatên sivîlan hatine qedexekirin.”