3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY ji bo rewşa koçberan a li Tûnûs û Lîbyayê bang kir

Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên ku bi hefteyan e li ser sînorên Tûnûsê yên nêzî Lîbya û Cezayîrê asê mane, banga ‘çareseriya lezgîn’ kir

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ev trajedî bidawî bibe.
Her du saziyan diyar kirin ew ji tendirustî û ewlekariya bi sedan kesan, bi fikar in.
Di 3’ê Tîrmehê de ji ber ku kesekî ji Tûnûsê di lêdanekê de jiyana xwe ji dest dabû, koçberên ji Afrîkayê careke din hatin koçberkirin. Rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku koçber û penaber li qadên çolê yên nêzî sînorên Lîbya û Cezayîrê ne û terkî qedera xwe hatine kirin. Ev koçber nikarin xwarin û vexwarinê bi dest bixin û li çolê bêçare ne.
Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ji serê meha Tîrmehê û heta niha polîsên Tûnûsê nêzî 1200 kesên ji Efrîkayê koçî herêmên sînor ên Lîbya û Cezayîrê kirine.