8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Medya erebî: ‘Tirkiye Îxwanan datîne ser refikê’

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa bandorên nêzîkatiyên Misir û Tirkiyeyê yên li ser mijara Îxwanan, krîza Lîbyayê û rewşa Amerîkayê kir

Rojnameya El Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa têkiliyên Misir û Tirkiyeyê kir û wiha nivîsand: “Hin alî texmîn dikin ku derxistina endamên koma Îxwan Muslimîn ji hêla dewleta tirk ve ber bi Misirê ve, têkiliyên di navbera her du welatan de tevlihev kirine. Ji ber ku derxistina wan di dema pêş de wan aciz nake. Enqereyê xwe ji astengiyeke li ber pêşketina têkiliyên xwe yên bi Qahîreyê re rizgar kir. Lê hîna Misir ji tevgera wê bi fikar e. Anku danîna endamên Îxwanan li ser refikê, bi awayekî demkî diyardeya wan bi dawî nake û dibe ku dewleta tirk di qonaxeke din de bi kar bîne.”

′Nexşeya Lîbyayê bi kêr nayê′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsand: “Diyar e nexşerêya ku parlamentoya Lîbyayê xwe spartiyê, ji bo ku astengiyên li pêş tedbîrên hilbijartinan rake, bi kêr nayê. Ew yek nîşan dide ku cemidandina rewşa siyasî dewam bike. Lê belê, pirsgirêk ev e ku îtîrazên der barê însiyatîfê de vê carê ji hêla nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê ve pêk hat. Wiha xuyaye ku ew hewldaneke ku mîna tecrûbeyên berê têk biçe. Lê helwesta navneteweyî rêveçûna siyasî ya giştî ya nexşerêyê red nekir, bi awayekî yekalî ji hêla parlamentoyê ve hate destpêkirin û tu şêwirên bi Meclisa Serokatiyê re pêk nehatin.”

′Trump tawanên li dijî kurê Biden bikar tîne′

Rojnameya Şerq El Ewset îşaret bi doza kurê serokê DYA’yê Hunter Biden kir û wiha nivîsand: “Dê ev doz bihêle Trump zemîneke baş di pêşbirka hilbijartinê de bi dest bixe. Bi propogandaya dan û standina bi Hunter Biden re nîşaneya herî girîng a dualîtiya pîvanên dewleta Amerîkayê ya kûr û nîşaneya gendeliya çîna desthilat e. Bi taybet bi hîma hilbijêrên Komarparêz re ku ew texmîn dikin tawanên cinayetê yên li dijî Trump xwedî ajoyên siyasî ne û ew ê dan û standineke cihêreng bi Hunter Biden re bike.”