27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kiliçdaroglû: Ev sifreya Xelîl Îbrahîm e

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû destnîşan kir ku berpirsiyariyên wan ên dîrokî hene. Peywirên vê tifaqê heye û nikarin bibin dubareya AKP’ê

Piştî ku Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ’yê ji Tifaqa Miletê veqetiya, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû Desteya Rêveber a Navendî li navenda giştî ya partiyê kom kir. Kiliçdaroglû piştî civînê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke bi dîmen parvekir.

Kiliçdaroglû di peyama xwe de wiha got: “Wexta me dest bi vê xebata xwe ya Tifaqa Milet kir, me got ev sifreya Xelîl Îbrahîm e. Lewra me got divê hemû rengên siyasî xwe tev li vê sifreyê bikin ango dê ev welat bi siyaseta heyî bi ser nekeve. Em nikarin tu kesî ji derveyê vê maseyê bigrin û biçûk bibînin û divê em nebêjin bila ev bê yan jî ev neyê. Peywira vê tifaqê heye em nikarin bibin dubareya AKP’ê û bi operasyonên siyasî welat bi rê ve nebin.”

Em ê bang li hemû rengan bikin

Kiliçdaroglû di peyama xwe de bal kişand ser peywirên tifaqê û wiha pêde çû: “ Berpirsiyariyên me hemûyan hene. Ên ku li vê maseya tifaqê rûniştin nikarin bêjin bila Erdogan biçe lê erdoganizm bê. Ên ku li ser vê maseyê rûniştin li dijî siyaseta bidek û dolab, bênezaketî û zimanê Erdogan rûniştin. Ên ku ji vê maseyê rabin jî wê bi bikaranîna van sedeman rabin.”

Kiliçdaroglû di berdewamiya peyama xwe de anî ziman ku dê hemû rengên siyasî vexwînin Maseya Tifaqa miletê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hêviya min ew e ku em hemû rengan vexwînin ser sifreyê. Li şûna rabûna hin kesan, divê em bikin ku hemû reng li ser sifreyê rûnên. Lewma ne ez ne jî ji partiya me û hevrêyên min em ê rê nedin tu rageşiyê. Em ê her bi awayekî berpirsiyar tevbigerin. Em ê kesî li paş nehêlin. Em hemû welatiyên Tirkiyeyê vedixwînin ser vê sifreyê. Bila fikar bi gelê me re çênebin. Em ê bi her awayî Erdogan û makîneya wî ya propagandayê têk bibin. Bawer bikin, em ê têk bibin.”