28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Êdî Kurdistan bi hêza jinên kurd pirsgirêkên gerdûnî çareser dike

Komîsyona Jinan a KNK'ê diyarkir ku pişti 113 salan îlankirina 8’ê Adarê me bi hezaran şehîdan pêvajoya ku Clara Zetkîn ji bo jinan dabû destpêkirin, bi şoreşa xwe ya kurdî pêş xist û îro di qonaxa şerê cîhanê yê 3’emîn de berhemên xwe vedigerînin ji bo jinên cîhanê.

Ji bo 8’ê Adarê Komîsyona Jinan a KNK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Xwişkên me li Rojhilatê Kurdistan, Belûcistan û Îranê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ riya siberoja xwe diyar kirin. ‘Jin jiyan azadî’ weke berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rewşa îro pir dişibe rewşa qonaxa îlankirina 8’ê Adara 1910’an. Amadekarî ji bo şerekî dijwar weke îro di rojevê de bû. Di demek wisa de, 8’ê Adara 1910’an ji aliyê jina şoreşger û Clara Zetkîn weke roja jinên kedkar a cîhanê hat îlankirin. Clara Zetkîn bawer dikir ku bi pêşengiya berxwedana jinan wekehevîbûna qedrê kedê di navbera jin û mêran de li hember mêtîngeriya kapîtalîzmê pêk bîne. Mixabin xeyala Clara Zetkîn û hezaran jinên şoreşger ên din, weke îro diyar dibe ku bi qasî ku tê xwestin pêk nehat. 4 sal piştî îlankirina 8’ê Adarê yanî sala 1914’an şerê cîhanê yê yekemîn pek hat û bi milyonan mirov hatin kuştin, welat hatin têkbirin. Jin di wî şerî de du qat hatin perçiqandin. Êdî dewletên serdest herkes di bin navê neteweyetekê de mecbûrî şer kirin.

Di cîhana îro de em weke salên di navbera 1910-14’an de ber bi rewşeke giran ve diçin. Bi taybet piştî şerê di navbera NATO û Rûsyayê de li ser Ukraynayê pevçûn, hevrikiya di nava dewletan de zêde û bi lez dibe. Jiyana mirovahî û xwezayê îro di bin xeteriyeke mezin de ye.

Jin û kurd mexdûrê şeran bûn

Şerên  cîhanê yên 1’emîn û 2’emîn xilas bûn lê mîrateya wan li ser Kurdistanê qet nesekinî. Hem şerê dewletên rojava û hem jî yên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê li ser Kurdistanê qet ranewestiyan. Sed sal in komkujî, talan, koçberî, asîmîlasyon li ser me kurdan hate ferzkirin. Ji bo ku koka kurdan ji binî ve ji holê rakin siyaseteke taybet li ser jinên kurd pêk anîn.

Ev 40 sal in li Kurdistanê rewşeke bingehîn derket holê. Di nav 30 salan de têkoşîneke bêmînak a jinên kurd jî rû da. Ev şoreş hem ji serkeftin hem jî ji binketinên berxwedan û raperînên beriya xwe gelek ders wergirtin û berdewamiya pêkanîna xeyalên hezaran şehîdên jin û mêrên Kurdistanê bû. Di asta îro de jî jiyan li Kurdistanê bê jin nameşe.

Jinên kurd bûn hêviya cîhanê

Ev hêza mezin û modern îro kurd û bi taybet jî jinên kurd gihand qada navneteweyî. Berhemên wê yên serkeftî di şerê li dijî DAÎŞ’ê de di pêşengiya YPJ/YPG di sala 2013-2014’an de li Rojava û başûrê Kurdistan û bi taybetî jî li Ezîdxanê hêvî da kurdan û cîhanê. Cara yekemîn e ku di dîrokê de kurd weke hêza hêvî dikevin rojeva cîhanê. Heya îro jî ew hêvîbûyîna şoreşa jinên Kurd berdewam e. Bi taybet rastîya jinên Ezîdî nîşan dide ku jinên ku duh kole bûn, îro xwedî hêza parastinê ne. Li rojavayê Kurdistanê tevî êrîşên bênavber ên dewleta tirk, şoreş bi pêşengiya jinan bi berdêlên mezin her diçe mezintir dibe. Li Bakûrê Kurdistan her çiqas rejîma dagirker û faşîst a dewleta tirk rê nade tu liv û tevgerê, berxwedan bê navber didome. Jinên kurd li hember dîktator Erdogan bi serbilindî di nav berxwedanê ne. Li başûrê Kurdistanê weke qada lîstokên siyaseta navdewletî û dagirkerên herêmî weke Tirkiye û Îranê, civaka kurd û bi taybetî jî jinên kurd di nav lêgerînên nû de ne. Jinên başûrê Kurdistanê êdî di jiyanê de nûbûnê dixwazin.

Jin rejîmên kevneperest dihejînin

Gel û jinên kurd xwedî li keça kurd Jîna derketin û heya niha bê navber dewleta Îranê dihejînin. Xwîşkên me li rojhilatê Kurdistanê, Belûcistan û Îranê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ riya siberoja xwe diyar kirin. ‘Jin jiyan azadî’ weke berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê.

Pişti 113 salan îlankirina 8’ê Adarê me bi hezaran şehîdan pêvajoya ku Clara Zetkîn ji bo jinan dabû destpêkirin, bi şoreşa xwe ya kurdî pêş xist û îro di qonaxa şerê cîhanê yê 3’emîn de berhemên xwe vedigerînin ji bo jinên cîhanê. Li ser axa Kurdistanê alternatîfa jinan hember serê cîhanê yê 3’emîn roj bi roj diyarker dibe. Êdî Kurdistan bi hêza jinên Kurd û nirxên xwe ji bo çareseriyên pirsgirêkên gerdûnî dibe alîkar. Di vê rojê de em jinên şehîdên şoreşa weke Clara Zetkîn û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi minnetdarî bi bîr tînin.

Ji bo pêşerojeke azad em dibêjin her roj bi ‘jin, jiyan, azadî’ geş û xweş bin.”