12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kirîmo bû navê wî

Jiyan ji xizanan re bêbext e, tew derdê bindestiyê nayê gotin.

Xizanî, ne bi tenê ji aliyê maldariyê ye, bindestî bixwe wêranî ye, ji hemû kurd û bindestan re. Ma jiyana bindestiyê ne malkambaxî ye! Çiqas berxwedêr bî jî, paşê tu û qehra xwe dimînin.

Niha li Delav li bin tûyê rûniştî li Kelemê Por dinêre. Rastî çav jî zêde tiştan ji hev dernaxin, hiş û mejî jî… wek xeyalekî, yan jî xeyalet, sipîle, sipêde,hew diheje, gopal li dest, gopal sinêda wî… Kûr dinêre, kenekî veniştî li ser lêvan, çi rast, çi ji bonî adetê. Tew do li ser piştê li erdê ketibû, ji ser kursiyê. Paşê serê wî bixwîn, jê bê haye! Jiyan wisa şolî ye di dil û mejî de, ku carinan nivco nîvco bipeyive, wiha dibêje;

“Ez hema bi ser lingan ketibûm, zaro… Ji ber mêrkujiyê, kekê min Brahîmo ji meseleya namûsê mêr kuştibûn, malbat bêtaqet, mecbûrî malbarkirinê bû. Em ji Dengiza rabûn, şertên Hecî Ehmed Axayê Ewînî jî giran bûn, bi eceleyî me xwe avêt cem mervên xwe yê Kunzêrîb-Quzêrîb… Paşê em çûn Girik-Girkê Izêr, me xwe avêt bextê dostên malbatî, Mala Izêr, cem Sirî wan, yên ji qalûbelayê…

Ew der jî neserifî.

Bibêje xela bû, xelk nîvbirçî, çûna binxetê bûbû adet, me jî berê xwe da Amûdê, Amûda Bavê Mihemed, Mihemed Axayê Deqorî. Ne kar heye, ne jî şixul, Sûrî di bin destên Firingsa de, xeta Firinsa bûbû kemîna mirinê… Ma ji qaçaxçîtiyê pê ve kar hebû! Rewşa binxetê ji ya Tirkî xweştir…

Jiyan… herê jiyan!

Mirovên siyasî, yên mîna Malbata Bedirxaniyan, Mala Cemîl Paşa, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mala Haco, Mala Hemoyên Birîvî-Dêreverî(Şikrî û Tewfo) û hwd. xwe avêtibûn vê kuçeya beriyê, warê ripîrast ku me re digot ji Kela Mêrdînê Mala Xwedê, Mekke û Medîne xuyaye. Ku tu hêkekê deynî ku tu yê bibinî, wek star lê bêstar… Fringsayiyan lîskik li dar dixist, lê Kurd jî berxwedêr , lê bextê xurtiyê nîne, mirovê xwedîheq û qels di eziyetê de, lê dawî serkeftin e! Lê îro, da ke bila ew jî bimîne…

Ê me em ketibûn derdê geza nan, malbatê tarûtûr datanî, bi cenanî zik têr dikir, lê berê ciwana li qaçaxçîtiyê bû, awir û dil, hesret tim li serxetê, li Bakur…”

Xew ket çavên min, xewa min tê..

“Belê qaçaxçîtî pîşe bû, li binya xetê, Serxet jî ne kêm î me… ma min ê çi bikira! Ku destên min dar girt û pê ve ez jî bûm rêwiyê serxetê, ka serxet, ga binxet û sînorê firinsa bû kaniya nan, xwîn û mirinê… Tiştin bi ber guhên min diketin, lê zêde bala min ne lê bû, em/ez ketibûn tehtila jiyanê. Şikrî Quwetlî, digotin Kurd bû, hêza Sûrî da ser hev, di serî de eşîrên Kurdan pişt dane, wek Mihemed Axayê Deqorî, Siwarê Cêbe û Firngsa qewirandin. Lê ku hikim ket destên Ereban, niza’m çima em Kurd dîsa bê par man. Em wek ecnebi xuyabûn; ne nasname heye, ne tu maf, me nikaribû tiştekî bi fermî bikire; ne erd, ne mal, ne xanî, tapo filan tune, Xwedêgiravî em mêvan bûn, li mala xwe, li ser milkê xwe, mêvan… mêvanê bê par. Ji Dêrika Hemo heta Efrînê, Şam û Helebê, Esîça em Kurd bûn, welatê me bû, lê em bê mal… Firingsa wisa dest dabû Ereban û dinyê jî herê kir. Li ser xaka xwe em ne cenan bûn jî, em zilamê filankes-bêvankeso, malmîratî…”

***

Ez li vira aciz dibim.

Ma me re li warê xwe aciz dibe?

Ne min nediye, li vira mezin nebûm. Min dibihîst û mêvantî… Dengiza ji min re xewnê şevan bû.

Ma ne “Şam şekir e, welat jê şêrîntir e!”

Na, lo… Ez bêriya Şamê dikim!

… …

***

“Ferecê Şêxê Koro hebû, Tizyanî. Mêrik jêhatî, him li cem hikûmeta Sûrî û him li ba qaçaxçiyan, peyva wî nedişikest, bê Mîrê Qaçaxçiyan. Birokê Mala Bilalo hebû, ew jî serkêşek, bê herêm û kar li hev parê dikirin, em jî wek gêrika ji wan re dixebitîn, hema bêje bi nanzikê. Paşê em jî xurt bûn. Ha, qaçaxa mal û titûnê ne bes e, ya pez jî hebû, ya pezê sor… Me ji Serhedê tanî, li sînor dixist, carina mal û pez me dibir Çiyayê Şingalê, cem êzidiyan… wele êzidî xatirzan bûn! Kekê min Şikrî, Şikriyê Rizo jî ne kêm bû, ew jî kelemek… Sebriyê Sobe, Elfanî-Zonî, bikêrhatî , jîr lê li ya xwe bû… Çi bibêjim wele qaçaxçiyên binxetê tev serxetiyê me bûn, loma kar dikirin, ax-xak a wan û her dever nasdikirin. Lê karekî bêbext, bexîlî zêde, kesî têr nedixwar. Sergirdeyan bazar dixwar! Bi rojan. Her rojek heyva hinekan dibiriqî. Niha tiştan ji bîrdikim. Te go zerî, xezal… Na lo… me çi bîra hezkirinê dibir. Evîn çi ye! Loma jiyana me vala bû! Li Carbekir emniyetê, Allahsiz Samî xwêkî ji me dixwar li Mêrdîn Mala Bilalo, Dayişî, niz’am çi… paryê xurt dixwarin, bêje em tazî dikirin, hema em ji wan re dixebitîn. Welhasil her tim karê feqira bindestî, barê wan li erdê… Ha li Carbekir Mala Ardo jî hebûn, ji Daraxliyê, Nûrî Onur bi navûdeng bû.

Em wek Surgicî bûbûn komek, me hevaltî dikir; Şikriyê Rizo, Osmanê Emotê-Kurê Xanê, navê wî çi bû, min jibîra kir… Silkê me, Silkê Qereçî, bêxêro… Welhasil em jî ne kêm bûn, li gorî halê xwe me jî ço li felekê dixist. Ma ne ji qewla Dengizya ‘şeytan dibê yê li xwe biheyire ez di qûna wî nim.’ Em jî li xwe nediheyirîn.

Dixwazim tiştekî bi we re parve bikim;

Jinên me Kurdan ên bi navûdeng hene. Min jî yek nas kir, navê wê Hecî Hedla bû, mîna mêran eşîr û azbeta xwe birêve dibir. Hikûmeta Sûrî sed gundên Kurdan dan Ereban ku Kurdan qels bike, Kembera Ereban avabike û deng ji kesî nedihat. Hecî Hedla jin tev bi rêxistinkirin, go ‘bila her kes cilên xwe yên xweşik li xwe bike û xwe bizeynîne, were ber deriyê me.’ Gava jin tev hatin ber deriye wê, wê jî xwe zeyinand û derket pêşiya wan û bi lîrandinê dest bi govendê kirin, xelkê pirsî ‘Ev çi hale Heciyê?’ go, ‘Wele mêr di Kurdan nemane, gundên me tev dan Ereban, deng ji kesî nayê, em ê jî ji xwe re mêrekî Ereb bikin, em ê bi govend û lîrandinê her yek ji xwe re mêrekî Ereb peyda bikin!’ Li ser vê peyv û vê rewşê Kurdan kire hayûway û nav di xwe dan û xwe ji şer re amadekirn, gotin ‘ê ku vegere, çarika jina wî li serê wî be!’ Şer giran kirin, Ereb reviyan, bi ser de Kurdan sed gundên dinê jî ji Ereban sitendin. Ereban xwe da ber aştiyê û li ciyê xwe rûniştin a Hecî Hedla xwedî vê xîretê û zane bû…

Dîsa yek ji Mala Cemîl Paşa vê paşê bû Qolçî, bû mamûrê dewleta Sûrî û tûtina xelkên reben digirt, ceze li wan dibirî. Rokê, civat li odeya Hecî Hedla giran bûye û pifepifa cixara qaçax e û gotin ‘Va qolçî hat!’ Hima Hecî Hedla pekiya derve û bi lîrandin çû pêşiya qolçî û go, ‘Şabaş, şabaş, şabaş ji Mala Cemîl Paşa re, piştî Doza Kurdistanê bûne qeşmerê dewletê û bi pey xizanên Kurd ketine!’ Mêrik di cî de cemidî, wek tu kûzek ava cemidî pê dakî. Çû îstîfa kir û hew kesî ew di nav civatê de dît.

Herê wele…gelek meseleyên dinê. Hecî Hedla wisa bû!”

***

Li derdora xwe dinerî, bi bêhayî…

Niha lawê wî karê mermer dikir, dezgehê xwarinpêj û mezelan çêdikir. Bêtir karê mezelan, bi mermer gor çêdikirin, de were û ji miriyan zikê xwe têr bike! Çi zindiyan xwe têr kiriyê, îca mirî zindiyan têr dikin. Ecêb… Derdor bi vire-vira temafîlên ecêb, xerîb; çi Tirk çi Ereb bi halxweşî têr in, mamûrtî, xweşî-dewlemendî bêhtir para wan, wek Sûrî, lê Kurd..! Tew starbûna li mala mele, li ser xaka xwe di bextê mizgeftê de starî, zêdahiya serkezebê!

Li Pozê Por dinêrî.

Li Şikeftên Por xwîn nizilîbû axê û êdî rohnayî jê dipijiqî, jiyanek nû, nifşekî nû bi eks, rik û berxwedanî di şer de, di şerê jiyanê yê man û nemanê de bûn, rohnayî zêde dibû bi kedê.

De gidî…

***

“Carekê em hatin Dengiza, piştî ku me qaçaxa xwe firot; cil û caw û hinek tûtin… Me go em seriyekî bidin Apê xwe Hecî Izêr, rihme lê be. Rihme li miriyan! Nesîhetên wî xweş bûn. Lê ji ber ku zêde dipeyivî û dilê mêvanan dihişt, rihmetiyê Şikrî, lawê wî yê mezin ew ji odê, bi dûr xistibû. Odeya wî cuda bû. Piştî halxweşî û hevdîtinê, min û hevalên xwe me xwest em wî bibînin. Me birin cem wî.

Pirsî;

Şikrî lawo mêvanên me kî ne?

Kirîmo û çend hevalên xwe.

Wey ser seran û serçavan. Hûn çawa ne, halê we..? Yên ku hûn ji nav wan tên?

Em baş in Apo, tên destên te.” Min cewab da.

Kirîmo… Ser çavan. Lawo em ji hev dûr ketin. Heyat serê xwe bixwe. Gelo hevalê te kî ne?

Sebriyê Sobe û Birokê Mala Bilalo ne.

Sebriyê Sobe kurê diya xwe ye. Axx bext! Hestiyê Mala Bilalo tije gû ye, yê xelkê şîn e, lê yê Dayişya, yê Mala Bilalo tije gû ye…

Şikrî xeyidî. Go ‘de rabin! bavê min nahewe…’

Rihme lê be, rastgo bû…”

Dîsa kûr bû, lêv ricivîn…

Wek ku Xemla Bayê dibêje;

“Dikim rajim qantirekê û herim

Hinek çay, hinek tûtin,

Ji te re fîstanekî qelemsiltan;

Ji xwe re jî hinek mirin”

Kirîmo bû navê wî, qaçaxçiyê xas. Mineta jiyanê hilnedida.

Esmeran em jibîra kir

Zeriyan terk

li vê beriya ripîrast

wisa…

… …

Şepal hebûn ligel şêran

rojzeriyan

kezîzeran xwe kir hewara me

Azadî ne dûr

bayê kur ew şakirin

Bila dinya bibihîze..!

Lê niha…

Bêriya Şamê dikir!