28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kişanak: Wê li ser sindoqan hesab bê pirsin

Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê  têkildarî Newrozê peyamek şand, di peyamê de wiha got: “Newroz ji bo me nirxeke hêja ye, li dijî xirabiyê hêza berxwedanê dide me, bi stranên wê em tiştên di ruh û dilê xwe de der dikin.

Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku piştî avêtina qeyûm hat girtin û 7 sal in li Girtîgeha Jinan a Kandirayê girtî ye, têkildarî Newrozê peyamek şand. Gultan Kişanakê di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: “Silav li gelê me yê ku coşa Newrozê digihîjîne qadan, Newroz bi salan e bi coşa xwe me li ser lingan digire. Newroz ji bo me nirxeke hêja ye, li dijî xirabiyê hêza berxwedanê dide me, bi stranên wê em tiştên di ruh û dilê xwe de der dikin.

‘Em ê li ser sindoqan hesab bipirsin’

Gultan Kişanakê di peyama xwe de hilbijartinên 14’ê Gulanê bi bîr xist û wiha berdewam kir:

“Îsal em ê di 14’ê gulanê de bi avakirina tifaqa demokratîk a herî mezin a gelê xwe, bi wateya Newrozê biçin ser sindoqan. Em ê li hemberî gelê xwe yê di erdhejê de mexdûriyetên mezin dîtine, hestên xwe yên hevpariyê xurtir bikin û em ê ji nexweşiyên xwe xilas bibin. Birînên me bi hev re dê bikewin. Em ê hesabê êş, neheqî, mirin û zilma ku dewleta faşîst li me hemûyan kiriye li ser sindoqan bipirsin. Em ê weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê berxwedana we bi berxwedana xwe re bikin yek. Bi we re agirê Newrozê vêxin. Tu hêz nikare îradeya me dîl bigre. Ne têl ne çar diwar ne jî deriyên hesin tu îfadeya wan nîn e li cem me, wê ji vê rojê û şûn ve jî tune be. Em we bi baweriya xwe ya ku em ê bi hev re dîlana azadiyê bigerînin silav dikin. Em Newroza gelê xwe pîroz dikin.”