11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kurdan li Ewropayê Newroz pîroz kir

Li gelek welatên Ewropayê bi hezaran kurd û dostên wan daketin qada Newrozê û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de peyama mezinkirina têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan hatin dayîn.

Li gel Kurdistan û Tirkiyeyê her wiha li gelek welatên Ewropayê jî agirê Newrozê hate vêxistin. Di vê çarçoveyê de li Swîsre, Almanya, Awûstûrya û Swêdê gelek kurd û dostên wan daketin qada Newrozê û agirê Newrozê vêxistin.

 Swîsre

Pîrozbahiya Newrozê li Eywana Forûm Frîboûrgê ya bajarê Frîboûrgê hate lidarxistin. Siyasetmedarên swîsreyî, jin û ciwan jî di nav de gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Newroza li Swîsreyê diyarî qurbaniyên erdheja li Gurgumê hate kirin. Dika Newrozê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz û bi pankarta “Newroz pîroz be” hate xemilandin.

Pîrozbahî piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterên Federal ên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Mûstafa Atici û Ûrsûla Schneîder Schuttel axivîn. Di daxaftinan de Newroz li gel hate pîrozkirin û hat gotin ku dê piştgiriya wan a bi mexdûrên erdhejê re bidome.

Piştre bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan peyam hate xwendin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi wêneyê Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û flamayên PKK’ê ketin hundirê eywanê û coşa Newrozê mezin kirin.

Siyasetmedar axivîn

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî di pîrozbahiyê de axivî û Newroz li gel pîroz kir û got ku dê bi ruhê Newrozê têkoşîna xwe mezintir bikin. Alîkarê Serokê Kantona Frîboûrgê Pîerre Sîgen jî beşdarî Newrozê bû û got ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiya gelê kurd. Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdûlah Ocalan re ya Swîsreyê û Serokê Înîsiyatîfa Têkoşîna li dijî Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî Dr. Bepe Savary jî destnîşan kir ku divê Ocalan ji hêla fîzîkî azad bibe û ji bo vê jî têkoşîneke hevpar bê dayîn.  Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûlari û Şaredarê Frîboûrgê Thlery Steîert jî peyamên pîrozbahiyê û têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê dan.

Piştî axaftinan, hunermend Ozan Comerd, Silbus û Tarî, Azad Bedran, Baran Bazîd, Koma Lêlo û Koroya Jinên Azad derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Swêd

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê di 17’ê adarê li bajarê Gavleyê dest pê kir, di 18’ê adarê de li paytext Stockholm û bajarokê Hoorê dewam kir.

Newroza li Stockholmê li Eywana Solnahalenê hat lidarxistin û bi hezaran kes tev lê bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi peyamên nûnerên saziyan dom kir. Di peyaman de bang li gel hat kirin ku di 14’ê gulanê de biçin ser sindoqê û dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin.

Di pîrozbahiyê de gelek hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha komên Şano û Govendê jî hunera xwe nîşan da.

Li Swêdê Newroz dê îro li bajarên Goteborg û Orebro bê pîrozkirin. Di 20’ê adarê de jî dê li navenda bajarê Goteborgê bê pîrozkirin.

Awusturya

Li bajarê Graz ê Awusturyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinên xwecihî (Nûnerên KPO, SPO, Die Grunen û rêxistinên herêmî) resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî bi dorê Grûp Dewran, Aref Cep, Şehrîbana Kurdî û Hozan Aydin derketin ser dikê. Siyasetmedarê kurd Firat Anli jî axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

Girseya gel li ber muzîkê govend gerand û Newroz bi coş pîroz kir.

Almanya

Li bajarê Leîpzîgê yê Almanyayê, kurd tevî dostên xwe li Rabet Parkê li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre jî siyasetmedar Menderes Canbeg axivî û Newroz li gel pîroz kir. Canbeg got ku alaya berxwedanê ya ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê li dijî teslîmiyetê li ba kirî gihişt wan û ber bi serkeftinê ve diçe. Canbeg herî dawî jî bal kişand ser hilbijartinê û got ku divê îktîdara AKP-MHP’ê bê têkbirin û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.