4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest

KNK’ê, bi daxuyaniyekê ji bo 9 şervanên Yekîneyên Antî-Terorê yên bi ser HSD’ê ve ku di qezaya helîkopteran de jiyana xwe ji dest dabûn sersaxî xwest û ew şervan bi bîr anîn.

Di 15’ê adarê de li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê, 2 balefirên ku şervanên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) ên girêdayî girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têde bûn ketin û di wan de 9 şervanan jiyana xwe ji dest da.  Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji bo 9 şervanên di qezaya helîkopteran de jiyana xwe ji dest dabûn, peyama sersaxiyê weşand.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hevxemîya xw şehadeta neh şervanên hêza Sûrîya Demokratîk, yên ji Yekîneyên Antî-Terorê û YPJ pêk dihat di erkeke pîroz de radigihîne.

Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî hêzên HSD’ê berê xwe dabûn başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15’ê Adara 2023’yan de, du bilafirên ku şervanên HSD’ê vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê ket xwarê û neh şervanên HSD’ê bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antîteror Şervan Kobanê şehîd bûn.

Hêzên Antîteror di şerê li dijî terorê de gelek şervan û fermandarê xwe feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerên dijwar kirin. Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerdekirin û hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ne. Bi fermadaiya Şervan Kobanê û hevalên wî, di gelek şerê li dijî terorê encam dan? û serkeftinên li pey hev li bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dest xistin, û li ser navê cîhanê şerê rêxistina terorîst a herî bihêz kir ku gef li ewlehî û aramiya li seranserê herêmê û cîhanê xist.

Em wekî Konseya Rêvebir ya KNKê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wan a pîroz.”