6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li AYM’ê da

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji ber serlêdana wê ya piştî erdhejê kiribû û xwestibû ku Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û girtiyên li cem bi malbatê xwe re hevdîtin bikin hatibû redkirin serî li AYM’ê da.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî erdhejên ku di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûbûn, ji bo ku Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û girtiyên din ên li cem Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi malbatên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.

Ji ber ku serlêdana wan nehatibû bersivandin parêzerên Buroyê, di 14’ê sibatê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û xwestibûn ku serlêdana wan bi cih bê. Li ser vê Dadgeriyê jî cezayên dîsiplînê derpêş kiribû û serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê red kiribû. Parêzeran jî diyar kiribû ku serlêdana wan ji ber karesateke xwezayî ye, lewma divê neyê astengkirin û ji ber vê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabûn. Dadgehê jî di 22’yê sibatê de derpêş kiribû ku biryara dadgeriyê li gor “qayde û qanûnê” ye û serlêdanê red kiribû.

Piştî vê parêzeran îşaret bi xalên 20, 40 û 17’an ên  Destûra Bingehîn (“Mafê jiyana taybet û rêza li jiyana malbatê”, “mafê heq û azadiyê” û “binpêkirina îşkence û eziyetê”) kirin û di 16’ê adarê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandiye ser tecrîdê ku 24 sal in didome û xwestine mafê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re yê muwekîlên wan esas bê girtin.