7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Evdoyê malxirab

Av rabûbû barê genim ez jî siwar im, em çûn devê çem. Dîkê me baskê xwe vekir û firiya. Ez û bi tevî bar ve li aliyê din ê avê danîm, em çûne aş me genimê xwe hêra. Careke din min ar bar kir û bi ser de siwar bûm dîsa dîkê min firiya û li aliyê din ê avê danî

Evdo her tim di civatan de gotin û axafitnên ku dikir, mirov matmayî dihişt. Jin, zilam û ciwanan her tim dixwest ku ji wan re serpêhatiyan bibêje. Lê malik xirab gotin û serpêhatiyên ku digoti,n serê mirovan tev li hev dikir. Gelo rast e yan derew e tiştên Evdo dibêje. Lê belê dîsa jî her kesî ew guhdarî dikir.

Rojekê li dîwana gund rûsipî û cînar rûniştibûne. Axayê gund ji Evdo re dibêje: Ka îşev di şevbêrka me de serpêhatiyekê bibêje, bila cemaet li te guhdarî bike. Li ser gotina Axa Evdo dibêje: Baş e ez ê ji we re serpêhatiyeke xwe bibêjim lê belê hun ê guhdarî bikin. Ku min dest pê kir kesek nebêje Evdo derewên çawa dike. Axa dibêje: Evdo dest pê bike di dîwanê de tu kes tiştekî nabêje lê sibe bi roj gel çi dibên ew karê me nîn e.

Evdo wiha dest pê dike: Gelî canik û camêran ez çend roj bû ku ne li mal bûm, çûbûm derekê. Ez vegeriyam hatim mal. Dayika min ji min re got: Evdo lawê min îro çend roj in ku ar di mala me de nîn e. Demsal destpêka biharê ye, ga, hesp û hêstirê me tune bûn ku ez herim aş. Dîkekî me hebû weke beranekî gir û qelew bû, min xurcik (heqîb) genim dagirt û avête ser pişta dîk. Ez jî bi ser de siwar bûm û min berê xwe da aş, di navbera me û aş de çem hebû. Av rabûbû barê genim ez jî siwar im, em çûn devê çem. Dîkê me baskê xwe vekir û firiya. Ez û bi tevî bar ve li aliyê din ê avê danîm, em çûne aş me genimê xwe hêra. Careke din min ar bar kir û bi ser de siwar bûm dîsa dîkê min firiya û li aliyê din ê avê danî.

Em hatin cinarên me hemû matmayî man û gotin heyran çawa dîk ev bar ragirtin. Dayika min hevîr kir, nan li tendurê da, me dîkê xwe bir axurê. Di demekê şûn de pişta dîkê me de du birîn çêbûn, gelo derman çi ye?

Hekîmekî me yê kurmancî ji me re got: Dermanê birîna dîkê we qaşilê gûza hindê ye. Qasilê gûza hindê hûr bikin toza wê bidin ser birîna dîk wê baş bibe. Ez hatim bal dayika xwe giriyam, gûza hindê li herêma me tune bû. Ka em ji ku bînin, dayîka min got: Min ji te re dît kalikê te nexweş bû beriya ku rehmet bike ji bona dermanê wî jê re ji aliyê Îranê peyda kiribûn. Ev çend salê miriye here tirba wî veke, bila kes nizanibe, di ber diranê wî de qalikê gûzê mane, derîne û bîne.

Ez çûm min tirba wî vekir di ber diranê wî de hîn kakilê gûzê hebûn, min deranî û ez hatim. Me ew qaşil hûr kirin li ser birîna dîk werkir. Demek şûn de dayîka min hat got: Lawê min hela were sosreta hatiye serê me bibîne.

Dema ez çûm axurê çi bibînim li ser pişta dîk dareke gûza hindê şîn bûye, ew qaşilê gûzê weke tov li ser pîşta dik bûye dareke mezin.

Me gazî mele, kal û pîran kir û ji wan re got ka werin li pirtûk û hemû baweriyan binhêrin ev çi bû hate serê me. Hemûyan got: Ev dayîneke Xweda ye gûzên vê darê ziyaret in. Dîk di bin darê de xema wî nîn e bang dide, qibe qiba wî ye. Dara me gûz girtin her gûzek weke kundirekî mezin bû û me li hemû cînar û cîwaran belav kir. Axayê min serpêhatiya min û dîk li vir qediya. Gotineke heye gelo hûn bipirsin?

Axa dibêje: Evdo lawo here ji bona Xwedê hêj xanî bi ser me de ne hatiye xwarê. Xweda kalikek û dîkek çawa daye te. Ji xezîne û pereyê xwe hin diyarî û hediyan dide Evdo û wî bi rê dike.