3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokeke Smaîlê dîn

Hema bêje wextê dexil û zeviyên herêmê hişk bibin 3 rojan bê navber baran barî û lehî li kolanên Amûdê rabû

Rehma xwedê lê be Smaîlê dîn li Binxetê û bi taybetî li gundên navbera Qamişlo û Amûdê gelekî dihat naskirin. Her kesî çîrokên wî bihîstibûn.

Gotinên wî ji yê gelek mirovên biaqil xweştir û kûrtir bûn. Yek ji çîrokên wî jî ev bû. Salekê wekî îsal baran gelekî dereng ma û çavên her kesî li hêviya baranê bûn.

Hema bêje wextê dexil û zeviyên herêmê hişk bibin 3 rojan bê navber baran barî û lehî li kolanên Amûdê rabû.

Smaîlê dîn jî li lehiya baranê nêrî û wiha got: Way way way ma çawa çêbû, ma ezman qul bûn. Hema bi xwedê heke ev baran bi zanebûn li ser mehan hatibûya belavkirin ne zevî hişk dibûn û ne jî lehî radibû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê