27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rengên welat: Şalwar

Di fesilandina şalwaran de li gorî bejn û kîloyên mirovan caw ango qumaşê ku tê bikaranîn jî diguhere. Kesên ku dixwazin şalwar bidin dirûtin diçin cem qumaşfiroş û li gor bedena xwe metroyên qumaş dikirin. Ji ber vê yekê bi piranî her kesek şalwarê xwe bi taybetî dide dirûtin

Li her welat an jî herêman cilên xweser hene ku şêniyên wê herêmê bi cil û bergên xwe têne nasîn. Ew cil û berg li welatên dûr jî werin dîtin, yekser bajarê ku bi wan cilan bi nav û deng e tê bîra mirov. Yek ji wan cilên ku taybetiyekê dihewînin jî şalwarên Dêrsimê ne.

Gelek taybetiyên Dêrsimê hene ku hem nîşaneyeke bajêr in hem jî perçeyekî çanda wê ya dewlemend in. Berî her tiştî Dêrsim bi xwezaya xwe ya dewlemend û taybet tê zanîn. Li gor xwezaya wê cureyên xwarinê û çandeke taybet pêş ketiye. Lê xwezaya wê ya taybet bi demê re bandor li cil û bergên welatiyan jî kiriye.

Çiyayên bilind, zozanên bêser û ber, çemê har û şînahiya heft rengî…  Xwezaya wekî tabloyekê bajêr e, bi bilindî, şert û mercên zehmet re dike ku şêniyên herêmê cilên rehet li xwe bikin. Da ku karibin bi xwezayê re di têkiliyê de bin divê cilê wan rihet bin. Îhtîmal heye ku ji ber vê yekê li herêma Dêrsimê şalwarên rehet pir têne bikaranîn.

Li gelek herêmên Kurdistanê şalwar têne lixwekirin lê mirov dikare bêje ku herî zêde dêrsimî şalwaran li xwe dikin. Li bajarên din ên welêt şalwar, bi piranî di ber kar û baran de têne lixwekirin. Li herêma Dêrsimê di jiyana rojane de jî şalwar têne bikaranîn. Şalwar, bi vî awayî cilên herî xweşik ên şêniyên herêmê ne.

Li gor şalwarên ku li Kurdistanê têne lixwekirin, du cure şalwar hene. Di fesilandina cureyekî şalwaran de navranên wan li aliyê xwarê, heta bigîje gûzekan têne dirûtin. Ev cure şalwar bêhtir li herêmên botan, serhed û xerzan têne bikaranîn. Cureya din jî navranên wan heta kabokê ne. Ji bo jiyana rojane ev şalwar rehetir in. Ev cure jî bêhtir li aliyê Dêrsimê têne fesilandin. Şalwarên ku navranên wan li xwarê ne bêhtir dişibin etekan lê şalwarên herêma Dêrsimê di forma şalan de têne dirûtin.

Ji aliyê qumaşê wan ve heke mirov her du cureyan bide ber hev, tê cudahiyeke wan tune ye. Heman qumaş tê bikaranîn. Têne şalwarên ku zivistanan û havînan dibe ku ji aliyê stûrbûna qumaş ve biguherin. Da ku havînan cilên welatiyan hênik bin qumaşên tenik têne bikaranîn. Zivistanan jî da ku xwe ji sermayê biparêzin qumaşê stûr û pembûyî bêhtir têne bikaranîn.

Bikaranîna şalwaran dike ku tu cudahî di navbera ciwan û pîrejinan de nemîne. Li herêma Dêrsimê, jinên ciwan jî yên navsere û pîrejîn jî di jiyana rojane de şalwarên xweşik û rehet li xwe dikin. Bikaranîna şalwaran li Dêrsimê bûye parçeyekî çandê û wekî kevneşopiyekê ji aliyê ciwanan ve tê berdewamkirin.

Di fesilandina şalwaran de li gorî bejn û kîloyên mirovan caw ango qumaşê ku tê bikaranîn jî diguhere. Kesên ku dixwazin şalwar bidin dirûtin diçin cem qumaşfiroş û li gor bedena xwe metroyên qumaş dikirin. Ji ber vê yekê bi piranî her kesek şalwarê xwe bi taybetî dide dirûtin. Lê belê ji ber ku li herêma Dêrsimê şalwar pir têne bikaranîn terzî dizanin ku bedenên şalwaran çawa ji hev diguherin. Bi vî awayî Dêrsimî bêyî bi taybetî bidin dirûtin dikarin ji dikanan jî şalwaran bikirin.

Sedemeke din a firotina şalwaran a li dikanan heye ku kesên ku têne Dêrsimê dizanin ku ev bajar bi şalwarên xwe jî bi nav û deng e. Her kesên ku têne bajêr şalwaran dikirin. Ji ber vê yekê li bajêr li gelek dikanan şalwar têne firotin. Li gor gotinên dikandaran, kesên ku li derveyî bajêr dijîn jî daxwaza şalwaran dikin. An kesên ku têne bajêr ji nas û dostên xwe re jî şalwaran dikirin an jî dikandar bi taybetî ji wan kesan re dişînin bajar û welatên dûr.

Ji nav xwezayeke taybet çandeke xweser difûre, digîje hemû welatiyan, digîje welatên dûr… Çand bi demê re dibe kevneşopî, ciwan lê xwedî derdikevin, nayê jibîrkirin, her belav dib, çand digîje govenda rengên welat û rengê govendê xweşiktir dibe.