6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên kurdistanî: Em ê bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin

Nûnerên partiyên kurdistanî banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê kirin û gotin: “Werin em vê Newrozê bikin rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya hemû girtiyên siyasî.”

Nûnerên partiyên kurdistanî banga beşdariya pîrozbahiya Cejna Newrozê kirin. Nûneran diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî wateyek mezin e û xwestin hemû rêxistinên kurdan û sazî û dezgehên kurdan di nava yekitiyê de bi hev re tevger bikin.

Roja azadî û yekitiyê ye

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek Newrozê li tevahiya gelan pîroz kir û wiha got: “Ez hêvî dikim ev Newroz wê bibe bingeha azadî û yekitiyê. Ji Amedê bigire heta Efrînê Kurdistanê zirarek mezin ji erdhejê dît. Em beriya her tiştî ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku li qadên Newrozê xelkên me yên li herêmên erdhejê ji bîr nekin û ji bo alîkariya wan bang bikin. Hilbijartin nêz dibe. Tifaqa Cumhur hewl dide di nava stratejiyekê de gelê kurd tune bike. Îktidar îro li her deverê êrişî kurdan dike. Stratejiya wan jî li ser tunekirina kurdan ava bûye.”

‘Em dawî li rejîmê bînin’

Çîftyurek anî ziman ku Newroz roja berxwedan û serhildanê ye û got: “Werin em roja Newrozê bikin roja rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya girtiyên di zindanan de. Werin em dawî li rejîma yek zilamî bînin.”

 ‘Emmil bidin milê hev’

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî wiha got: “Wateya Newroza îsal giranbûha ye. Werin em div ê roja pîroz de xwedî li yekitî, hevgirtin û xwişk û biratiya xwe derkevin. Divê em îsal bi hişmendiyek nû li Newrozê binêrin û bibînin. Divê gelê kurd di vê çarçoveyê de li qadan kom bibe û em peyamên girîng bidin. Divê hemû rêxistin, komele, sazî, hunermend û rewşenbîrên kurd li qadên Newrozê mil bidin milê hev û nerazîbûna xwe nîşanî neyarên kurdan bidin.”

Destpêka jiyaneke nû

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşitî jî diyar kir ku ew Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê dikin û wiha got: “Li ser Newrozê gelek efsane tên gotin lê Newroz ji bo kurdan xedî wateyek cuda û girîng e. Lê beriya her tiştî armanca Newrozê destpêka jiyanek nû ye. Ji bo jiyanek nû û birûmet em li ser vê yekê radiwestin. Newroz ji bo avakirina netewê ye û dawî anîna zilm û neheqiya li ser gelê kurd e.”