18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin’

Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşan dan ku HUDA-PAR daxilî Tifaqa Cumhur hatiye kirin û gotin: “Ji bo hesabên xwe yên hilbijartinê sembolên hovîtiya salên 90’î nexin dewrê û dîsa travmayên me der nekin.”

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin darizandin di hefteya 938’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber ku wek hefte Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, bi rêya online çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser lihevkirina HUDA-PAR a ku wek Hîzbullahê tê zanîn a bi AKP’ê re û nerazîbûn nîşanî hevdîtinên HUDA-PAR û AKP’ê dan. Daxuyaniya vê hefteyê Jiyan Tosûn a keça Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an de hat qindakirin xwend.

‘Dixwazin peyamê bidin civakê’

Tosûn destnîşan kir ku bi hevdîtina di navbera AKP û HUDA-PAR’ê de bi ser dema raborî de dixwazin peyamê bidin civakê û got: “AKP-MHP dixwaze bi rêya Hîzbullaha ku di salên 90’î de hovîtiyan kir, peyamê bide. Rayedarên HUDA-PAR’a ku wek Hîzbullahê tê nasîn, rojên bihûrî bi Erdogan û AKP’ê re ji bo destekkirina Tifaqa Cumhur hevdîtin kirin. Endamên Hîzbullahê di bin navê HUDA-PAR’ê de xwe bi rêxistin kirin û xwe wek partî ragihandin.”

‘Komkujî kirin’

Tosûn bi bîr xist ku endamên Hîzbullahê di salên 1990’î de êrişî siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û welatiyên kurd kirin û wiha got: “Dewletê di wan salan de ji qetlîamên Hîzbullahê re dengê xwe nekir. Cemal Tutar ê wê demê berpirsê baskê leşkerî yê Hîzbûllahê bû, di parastinên xwe yên dadgehê de anîbû ziman ku cînayetên wan kiriye bi alîkariya Xwedê kirine û ji bo xew bixin çavên leşker û polîsan kirine. Baş e, wan tiştên ku pê dixwestin xwe bixin çavên leşker û polîsan çibûn? Dixwestin jinên ku pantolon û etekê kin ku li xwe dikirin wek bêehlaq bibînin û kezapê biavêjin rûyê wan. Siyasetmedar, mele, rojnamevanên kurd li ber çavê her kesî li naverasta kolanan dikuştin. Hovîtiyek bêsînor dikirin ku yek jê jî mirovan bi benê berazan girê didan.”

Hesabên qirêj ên hilbijartinê

Tosûn destnîşan kir ku divê îktidar dest ji bazariya bi HUDA-PAR’ê re bikeve hilbijartinê berde û ev bang li îktidarê kir: “Hîzbûllah ji bo me tê wateya windakirina mirovan a bi darê zorê, tê wateya malên darizandin di in erdê û gundên darizandinê. Tê wateya rêbazên hovane ku mirovan bi benê berazan girê didan û îşkence dikirin. Ji bo hesabên xwe yên hilbijartinê remzeyên hovîtiya salên 90’î nexin dewrê û dîsa êş û travmayên me der nekin. Hewcedariya me bi pêçandina birînên civakî, mafê mirovan, wekhevî, aramî û aştiyê heye. Dest ji tarîtiya raborî û çavtirsandina civakê berdin. Em ê dest ji daxwaza welatek azad, wekhev û adil bernedin. Em ê ewladên xwe yên windayî û kujeran ji bîr nekin.”