22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nisêbîna rengîn ji Newroza azadiyê re amade ye

Li Nisêbîna rengîn wê di 21’ê Adarê de pîrozbahiya Newrozê bê kirin û amadekariyên ji bo pîrozbahiyê didomin. Li Qoserê jî belavokên beşdariya pîrozbahiyê dan xelkê.

Yek ji navendên ku bi girîngî û wateyek zêde Newroz lê tê pîrozkirin navçeya Nisêbînê ango Nisêbîna rengîn a Mêrdînê ye. Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiyê serî li qeymeqamiya navçeyê da û destûra Newrozê hat dayîn. Newroz dê li Qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn a li taxa 8’ê Adarê roja 21’ê Adarê were pîrozkirin.

Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Mehmet Ruştu Tiryakî wek axivêr dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Hunermend Mervan Tan jî dê li ser dikê be û bistrê.

Hevserokê HDP’a Nisêbînê Mehmet Şîrîn Bariş li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî da û banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê li xelkê navçeyê kir.

Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci jî wiha axivî: “Em ê di 21’ê Adarê de meşaleyên me ji Ronahî, Rehşan û Zekiyeyan dewr girtiye, li Nisêbînê pêxin. Em gazî gelê xwe dikin ku beşdarî Newroza azadiyê bibin.”

Sikak bi sikak xelkê vedixwînin Newrozê

Endamên Komîteya Amadekar, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê li navçeyê tax bi tax û sikak bi sikak digerin, belavokên beşdariya Newrozê belav dikin û xelkê vedixwînin pîrozbahiyê.

 Li Qoserê belavok hatin belavkirin

Li aliyê din sibê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Qada Otogarê pîrozbahiya Newrozê tê kirin. Endamên Komîteya Amadekar û rêveberên HDP, DBP’ê li taxên navçeyê belavokên beşdariya Newrozê belav kirin û xelkê vexwendin Newrozê.