19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujêrekî malbata Şenyaşar jiyana xwe ji dest da

Îbrahîm Yildiz ku ferdekî Malbata Şenyaşar, Celal Şenyaşar qetil kiribû her çiqas 5 sal in derbarê wî de biryara girtinê hebû jî nedihat dîtin. Kujer Yildiz di nexweşxaneya ku lê dihat tedawî kirin jiyana xwe ji dest da.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana Malbata Şenyaşar a ‘Yek milyoncu’ kir û di encama êrişê de her benç bira, Celal, Adil, Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar bûn. Piştî re ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê û êrişê li wir jî berdewam kir û di êrişê de bav Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin qetil kirin. Birayên din jî bi giranî birîndar bûn.

Bi dîmenên kamerayê jî hatibû belge kirin ku Îbrahîm Yildiz di dikanê de erişî malbata Şenyaşar kiriye û gulê berdaye Celal û Adil Şenyaşar. Yildiz ku 5 sal in derbara wî de biryara girtine hebû lê nedihat dîtin di 16’ê adarê de li nexweşxaneyeke taybet a Mêrsîne (Navenda Tipê ya Metropol) bi nasnameya xwe ameliyat bûye û di emeliyatê de jiyana xwe ji dest daye.

Dosyaya malbata Şenyaşar beriya niha weke kargeh û nexweşxaneyê kiribûn du dosya û dosyaya gumanbarê fîrarî Îbrahîm Yildiz jî ji dosyaya kargehê hatibû veqetandin. Hate hînbûn ku di dema biryara girtina Yildiz hebû de Yildiz beriya 3 salan bi xwişka wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz re zewiciye û zarokekî wî heye.

Cenazeyê Yildiz ewil anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hate hînbûn ku cenazeyê Yildizê ku ji bo otopsiyê rakirin morga Tiba Edlî ya Rihayê, piştî karên otopsiyê dê bê veşartin