21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

sibê dê agirê Newrozê li gelek bajaran gur bibe

 Komîteyên Amadekar ên Newrozê yên li Wan, Qoser, Êlih û Mêrsînê ji bo tevlîbûna pîrozbahiyên sibê banga tevlîbûne kirin û gotin: “Dê bi dirûşma ‘Her der Newroz, her dem azadî’ li qadên Newrozê hesabê bipirsin.”
Newroza 2023’yan bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” wê li 39 navendan were pîrozkirin. Sibê li Stenbol, Wan, Qosera Mêrdînê, Gevara Colemêrgê, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Bursa, Trakya, Balikesîr-Ayvalik, Kocaelî-Gebze, Bazîda Agiriyê, Tetwana Bedlîsê û Arîfeyeya Sakaryayê bê pîrozkirin.
Komîteyên Amadekar ên Newrozê yên Wan, Qoser, Êlih û Mêrsînê ji bo tevlîbûnê bang li gel kir.
Wan
Li Wanê, Newroza îsal dê sibê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo Newrozê li ber qedandinê ne. Pîrozbahî dê li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo beşdariyê bang kirin.
Mêrdîn 
Yek ji navendên ku bi girseyî Newroz lê bê pîrozkirin jî navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye. Li Qoserê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê temam bûn. Newroz dê li Qada Otogarê ku wek Qada Newrozê tê zanîn bê pîrozkirin. Bernameya Newrozê saet di 10.00’an de dê dest pê bike. Tê payîn ku wek her sal bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoserê bibe. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamentere HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş wek axivêr tev li pîrozbahiyê dibin. Koma Dengê Jinên Azad jî dê li ser dikê be û stranan bêje.
Êlih 
Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi dawî kir. Newroza Êlihê sibê saet di 10.00’an de li Qada Newrozê ya li kêleka Otogarê were pîrozkirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî dê beşdarî Newrozê bibin. Hunermend Nûray Balik û Awazên Azad jî li ser dikê bistrên. Tê payîn wek her sal bi deh hezaran kes biherike qada Newrozê.
Mêrsîn
Ji bo Newroza Mêrsînê ku wê gelên Herêma Çûkûrovayê lê kom bûn, amadekarî hatin temamkirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û Ridvan Tûran, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr û endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen wê tev li Newroza ku wê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li Qada Mitîngê ya Tirmilê ya navçeya Akdenîzê bê pîrozkirin bin. Komîteya Amadekar a Newrozê banga tevli bûnê kirin.