27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Divê êrîşa Xelîfanê bê lêkolînkirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşa 5’ê Îlonê ya li herêma Xelîfanê ku li dijî komeke gerîlayan hat kirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya KNK’ê de wiha hat gotin: “Roja 5’ê îlona 2022’yan li navçeya Xelîfanê li dola Balîsan, grûbek şervanên azadiyê (gerîlayên HPG’ê) ketin kemînekê. Bi êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta tirk, 3 gerîla şehîd ketin û 2 gerîla jî bi birîndarî ketin destê hêzên PDK’ê. Li herêmeke ku derveyî herêma şer e, şevek tarî ku gerîla dimeşiyan û diçûn, vê demê de balafirên bêmirov çawa dikarin wana tespît bikin? Kê ev îstîxbarat da dewleta tirk? Hêzên PDK’ê li wê derê çi dikirin? Her wiha gundiyên nêzîkê cihê bûyerê dibêjin dema hêzên PDK’ê çûne cihê bûyerê, dengê çekan jî hatiye. Ev hemû cihê pirsê ne.”

Divê bûyer bê lêkolînkirin

KNK’ê, bi bîr xist ku HPG’ê di daxuyaniya xwe de, banga lêkolînê dike û ji PDKê jî daxwaz dike ku gerîlayên birîndar teslîmê HPG’ê bike û got: “Em banga HPG’ê di cih de dibînin û destek dikin. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG’ê bên kirin. Li vê herêmê ev ne cara yekê ye ku gerîla dikevin kemînê. Salek pêş niha yek 26’ê tîrmeha 2021’ê de yek jî 29’ê tebaxa 2021’î de 2 grûbên din yên gerîla ketibûn kemîna hêzên PDK’ê. Di van hersê kemînan de heta niha 12 şervanên azadiyê şehîd ketine. Demeke dewleta tirk, di şerê dagirkirina Başûrê Kurdistanê de ketiye nav aloziyek gelekî mezin, rojane gelek leşkerên wan tên kuştin û di demên dawî de geleke helîkopterên wan hatine xistin. Di rewşeke wiha de PDK’ê hevkarî û piştgiriya xwe ji bo dewleta dagirker hîn zêde û berfirehtir kiriye. Hinek cihan rê û rêbaran ji wan re çêdike û gelek cihan jî raste rast alîkariya wan dike.”

‘Armanca dewleta tirk destkeftiyên kurdan e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de KNK’ê diyar kir ku ev demeke dirêj e ji bo ku pêşiya hevkariya li dijî Kurdistanê bigirin xwe seferber kirine û wiha hat gotin: “Lê gelekî mixabin, tevî her hewl û xebatên me, PDK li ser hevkariya bi dijminan re israr dike û her diçe vê hevkariya xwe berfirehtir dike. Em baş dizanin ku mexsed û armanca dewleta tirk ew e ku hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibe û ji holê rake. Ji bilî PDK’ê pê ve her kesî ev armanc û mexseda dewleta tirk fêm kiriye. Em weke KNK’ê dixwazin careke din bangawaziyê li PDK’ê bikin; Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê li her çar beşan gihîştiye asteke gelekî bilind û gelek destkeftî bi dest xistine. Helbet me gelek qurbanî, cangorî û bedelên mezin jî dane. Hevkariya we ya li gel dewleta tirk, çi di asta neteweyî û çi jî di asta navneteweyî de zirar û ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destkeftiyên me dike. Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûl kirin. Belê em dizanin ku hin pirsgirêk di nav tevgera gelê Kurd  de heye û çareseriya wê jî, ancax bi rêya diyalogê, dan û standinan pêk tê.

Banga helwestek welatparêzî kirin

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî, saziyên civakî, hunermend, rewşenbîran kir û got: “Em bang dikin ku dengên xwe li hember hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta dagirker bilind bikin û helwesteke welatparêzî wergirin, berî bi derengî bikeve. Divê herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û bêdeng nemînin. Li ser vê bûyerê, em ji malbatên cangoriyan, fermandariya HPG’ê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em dixwazin ev bûyer di demeke kurt de, bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG’ê bêne kirin. Em careke din hêzên kemîn danîn û êrîşkaran şermezar dikin.”