spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bextereşên Derya Reş

Dîroka herêma Derya Reş gelekî kevn e. Derya Reş welatê Pondusan e. Pondus, bi gerekiya (yewnaniya) kevn tê wateya “deryayê.” Ji serdema Helena, Roma û Bîzansan heta Împaratoriya Trabzonê herêm di bin desthilatdariya Pondusan de maye. Herodot dinivîsîne ku di serdema antîk û efsanan de ev herêm welatê Amazonan bûye.

Berî Zayînê (bz.) di sedsala 6’an de demeke ne dûr û dirêj herêm ketiye destê Persan. Ji 302 (bz.) heta 64’an keyatiya (qiralyeta) Pondusan welatê xwe ji persan bi paş ve girtine. Herêma Derya Reş di 64’an de statuya eyaleta împaratoriya Romayê girtiye.

Dema Împaratoriya Romayê û Bîzans ji hevdu diqetin û dibin du dewletên cuda, herêma Derya Reş dikeve bin desthilatdariya Bîzansê. Demeke dûr û dirêj vê carê welatê Pondusan di navbera Bîzans û Ermenîstanê de tê dabeşkirin. Aliyê rojavayê Deryaya Reş (Pondusan) dibe eyaleta Bîzans û aliyê rojhilat jî dibe eyaleta Ermenistana Mezin. Keyê (Qiralê) Bîzansê Justîniyen statuya eyaletê bi xwe ve girê da.

Di 1204’an de, di dema Sefera Çarem a Xaçparêzan de, ji destê Kostantînpolîsê derdikeve û li herêmê împaratoriya Trabzonê tê avakirin. Di serdema Osmanî de di sedsala 17’an de Pondus tê dagirkirin û dikin wîlayeta Osmanî. Bi wê re asîmîlasyona çandî, olî û rêgezî dest pê dike. Pondusên ku misilmantiyê qebûl nekirine yan hatine kuştin yan koçberkirin. Li gorî salnameya bajarê Trabzonê ya sala 1904, cilt 22, rûpel 571’ê li wîlayeta Trabzonê û sencaxa wê lîsteya doktorên ku li ser kar in weha ye. Hemû xiristiyan in, rûmên pondusî û ermenî ne:

Malezyan Efendî

Yorokli efendi

Minasyan Efendî

Elguyadi Efendî

Madaksa Efendî

İspetaro Efendî

Melityadi Efendî

İlya Haritidi Efendî

Ceynaro Efendî

Efeamidi Efendî

Dîsa li gorî heman salnameyê lîsteya dermanxane û dermandaran (eczane û ecznedaran) jî weha hatiye nivîsandin:

Çirakyan Karabet Efendî

Surmeliyan Karabet efendî

Surmeliyan İstepam Efendî

Bogos Zahiko Efendî

Tîmote Marango Efendî

Yani Efendî

Yanko Efendî

Dewleta Osmanî di sala 1919’an de li welatê pondusan komkujiyeke mezin û berfireh pêk anî. Bi hezaran rûmên Pondusî kuştin. Yên saxmayî kirin sê beş. Wek hejmar beşê herî mezin li ser axa xwe man û ji aliyê ol û ziman ve ketin ber çerxa asîmîlasyona tirkîtî û misilmaniyê. Bi darê zorê tirkîtî û misilmantiyê bi wan dan qebûlkirin. Ên ku tirkîtî û misilmantiyê qebûl nekirin, lêdan û îşkence dîtin û neçar bûn ku bar û koç bikin. Pondusiyên rojhilat bi ser Kafkasan re derbasî Sovyetê bûn û ji wir jî ber bi rojavayê Ewropa û Amerîkayê ve çûn. Nişteciyên beşê rojavayê Pondusê jî derbasî Yewnanistanê bûn. Loma Tirkiyeya îro 19’ê gulana 1919’an ji xwe re kirine roja cejna neteweyî. Bingehê vê cejnê koçberkirin û qirkirina rûmên pondusî ye. Di sala 1922’an de dewleta Tirkiyê û Yewnanistanê bi peymanekê tirkên trakiyayî û rûmên pondusî bi hevdu re guhertin. Bi hezaran tirk ji Yewnanistan û Trakiyê anîn Tirkiyê bi cî kirin û bi hezaran rûmên pondusî birin Yewnanistanê bi cî kirin. Bi vê peymanê li herêma Derya Reş bi asîmîlasyon û koçberiyê koka rûmên pondusî anîn. Asîmîlasyon, koçberî weha dijwar bû ku di sala 1920’î de nifûsa xirîstiyanan  ji sedî %25 bû. Îro ji derî çend gundên biçûk mirov li herêma Deryaya Reş rastî rûmên pondusî nayê. Îro xelkê herêma Derya Reş ku bi koka xwe pondusî ne hema hema hemû xwe tirkên saf û resen û misilmanên saf û resen dihesbînin. Hemû di qad û meqamên dewletê yên herî jor de cî digirin. Karmend û mafiyên herî mezin û dijwar in. Di heman demê de dijmintiya demokrasî û doza kurdan dikin. Bextereşên Derya Reş in!