3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koçberî û koçberkirin

Kurdyar Dreî 

Tiştê ku li rojavayê Kurdistan çê dibe, gelo koçberî ye yan koçberkirin e? Bêguman herdu jî hene û  sedemên wan jî ji hev cuda ne, lê  di hin xalan de digihêjin hev.

Ji ravekirina sedemên koçberiyê ji rojavayê Kurdistanê, pêwîst e mirov nas bike bê kengî, çawa û ji bo çi koçberî çêdibe, her wiha koçberiyê û koçberkirinê ji hev derxîne.

Koçberî çi ye: Koçberî ew e ku  mirov bi qîm û riza xwe ji welatê xwe bar dike û cihekî din li welatekî din berdewamiya jiyana xwe dibîne, ango ew hildibijê re û tu zor ji çi alîbe bi taybet weke dewlet li ser tuneye. Sedemên koçberiyê, bi gelemperî girêdayî kesayet bi xwe ye lê hin caran jî girêdayî guhertinên di xwezayê de ne. Mîna rûdana lehî, erdhej, şewatên mezin, her wiha guhertinên siyasî di welatan de mîna şerên nav xweyî, çewisandina li ser netew û kêmnetewan, metirsiya ji dîlgirtin û zindankirinê li jêr rejîmên ne demokrat û mafê mirovan nenas e. Her wiha ji ber rewşa aborî ya xerab di welatan de mirov ji bo başkirina rewşa xwe ya aborî koçber dike. Lê tiştê ku van sedeman bi giştî bi hev ve girê dide ew e ku koçberî bêtirî xwe kesayetiye, ne bi darê zorê ye ne sîstematîk e.

Koçberkirin çi ye; Herdem bi darê zorê tê kirin û mirov neçarî koçberiyê dibe. Ango neçare û tu vîna wî/wê tê de tuneye, li ser ferz dibe, bêtir di derheqê netew, kêmnetew, mezheb û olan de tê kirin. Sedemên koçberkirinê ji yên koçberiyê cudane, mirov, gel, kêmnetew, mezheb, papendên olekê, neçar dibin ku ji deverên xwe bar bikin ne bi vîna xwe lê belê bi darê zorê û sîstematîk tê birêvebirin. Mînakên wê jî pir in, ji wan jî ( koçberkirina Tirkiyeyê ji sedhezaran kurdan re ji bakurê Kurdistanê ber bi wîlayetên hundirîn ve ku di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê de qewimîne weke di salên 90’î de zêdeyî 5 hezar gund li bakurê Kurdistanê şewitandin û valakirin, ku gelê kurd neçarî berdana ji ax û milkên xwe kiriye û li derdora bajarên mezin yên bakurê Kurdistanê bi cî bûne yan jî  berê xwe dane Stenbol û Enqereyê. Her wiha dagirkirin û valakirina bajarên rojavayê Kurdistanê (Efrîn di 2018 û Girêspî û Serêkaniyê di 2019’an de) ango di koçberkirinê de vîna mirov, kom, netewan tê de tuneye û bi darê zorê û bi siyaseteke sîstematîk pêk tê. Heger em vegerin ser pirsa xwe der barê tiştên ku di rojavayê Kurdistanê de dibe, gelo koçberiye an jî koçberkirine? Bêguman em ê herduyan jî bibînin di milekî de koçberî heye û di milekî de jî koçberkirin heye, lê xala veşartî  ew e ku  koçberiya sereke di rojavayê Kurdistanê de ne koçberiyeke xwezayî ye. Bi qasî ku koçberkirineke veşartiye di bin navê koçberiyê de ye! Rast e weke li  jorê me anîbû ziman ku  koçberî ji ber rewşên aborî, xwestekên kesayetî, rewşên siyasî û vîna kesayetan têde heye lê belê di asta bilind de koçberiyeke sîstematîk tê meşandin û li dû wê  rêvebergehên siyasî hene, di serî de îstixbarata Tirkiyeyê, şaneyên girêdayî hin partiyên siyasî yên di bin kurkê Tirkiyeyê de siyasetê dikin ku amûrên madî, ragihandinî û him jî leşkerî pêk tînin ta ku rojavayê Kurdistanê vala bikin. Ne ji ber xwe ve partiyên kurd yên girêdayî Tirkiyeyê peyva rojvala li şûna rojava herdem bikar anîne! Ev koçberkirina bi maskeya koçberiyê bi avakirina kampên penaberan li Tirkiyeyê 2011 û li başûrê Kurdistanê di 2012’an de dest pê kiriye,  beriya ku tu krîzeke an jî  metirsiyeke cidî  li rojavayê Kurdistanê hebe teşwîqa koçberiyê hatiye kirin û di pey re her di nava rojavayê Kurdistanê de û ta roja îro 2024’an de ev siyaset berdewam dike. Bêguman em sedemên aborî û ewlehiyê dûr naxin lê di bingehê de siyaseteke sîstematîk ji wan aliyan hatiye meşandin û berdewam dike.