spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keda hezaran karkerên sergo nayê dîtin

Bi hezaran karkerên ku kardon, naylon, pet û tenekeyan ji sergoyan kom dikin, bi kedek erzan û nayê ditin dixebitin. Her rojê nêzî 60-70 ton karton, pet kom dikin û difiroşin şîrketên bermahiyan.

Li Amedê rojê nêzî 2 hezar û 300 ton bermahî dibe sergo. Lê rojê tenê nêzî 60-70 ton karton, plastîk û pet ji nava sergo tê komkirin û rizgarkirin. Lê ev karton û plastîkên ku tên komkirin, ji aliyê karkerên keda wan nayên dîtin ve tên komkirin.

Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rojê 2 hezar û 300 ton bermahî dibe sergo. Her rojê bi hezaran welatî hem ji bo debara xwe bikin karton, cam, pet û plastîkan ji çopan kom dikin û hem jî bermahiyan ji sergoyê rizgar dikin û dişînin fabrîqeyan. Ev karkerên di şertê xerab de kar dikin, ked û karê wan nayê dîtin, xwezayê diparêzin.  Li Amedê du fabrîqeyên veguherandina bermahiyan hene. Yek jê ya zanîngehê ye. Ya din jî ÇEVSAN e. Her rojê nêzî 50-60 ton bermahiyên wekî karton, plastîk, pet, cam kom dibin. Xwediyê van fabrîqeyan li vir karton, pet û plastîkan press dikin û dişînin bajarên wekî Dîlok, Edene, Ankara û Meletiyê. Ev plastik, karton û petên ku tên komkirin dîsa li xwezaya wan tên vegerandin.

Bi hezaran welatiyên ku nikarin debara xwe bikin û karekî bi dest naxin, ji bo debara xwe bikin neçarin karê herî zor û zahmet bikin. Bi piranî kesên temenê wan 20-30 salî, ji bo debara malbatê bikin bi motor û erebokên 3 teker, kolan bi kolan, tax bi tax li ser konteynerên sergoyê digerin û karton, pet, cem, plastîk û berhemên cuda kom dikin. Ev karkerên ku di şertê giran de û bêsîgorta dixebitin, bi kîloyan van karton, pet û şîyeyan difiroşin xurdeciyan. Biqasî ku keda didin pereyên ku didin wan têra heqdestê wan nake.

Li nava Amedê bi dehan dukanên xurdecî û bermahiyên kevn kom dikin hene. Ev xurdecî ji van karkerên ku keda wan nayê dîtin, bi kîloyan karton, pet û plastîkan digirin û bi komî difiroşin fabrîqeyên ÇEVSAN û fabrîqeya Zanîngeha Dîcleyê. Her rojê bi sedan motor bi tonan karton, plastîk û petan kom dikin û ji nava bajêr dikişinin van fabrîqeyan. Li gorî daneyên ÇEVSAN’ê rojê nêzî 20-30 ton karton, plastîk û petan di ji xurdeciyan digirin û bi kamyon û TIR’an dişînin bajarên Dîlok, Edene, Enqere û Meletiyê.

ÇEVSAN, rojê 3-7 ton pet, 0.5-1 ton naylon, 0.5-1 ton teneke, 0.5-1 ton plastîk û 25-30 ton karton kom dikin. Li gorî agahiya rayedaran, di demsala havînê de plastîk û pet zêde dibin. Herî zêde di rojên taybet ên wekî cejnan de hem karton û hem jî pet pir zêde dibin. Rayedarên ÇEVSAN’ê diyar kirin ku ew bi kîloyan bermahiyên wekî pet, karton, plastîk û naylonan ji xurdeciyan digirin û piştî press dikin difiroşin bajarên din.