2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma nîjadperst a tirk şewata li bazara Hewlêr girt ser xwe

Komeke nîjadperest a tirk ku navê Rêxistina Peymana Mîllî li xwe dikin, bi daxuyaniyekê berpirsyartiya şewata li bazara Lengê ya Hewlêrê girt ser xwe

Duh di saetên sibehê de li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatek mezin derketibû û zêdetirî 60 dikan şewitîbûn. Piştî sê saetan şewat hatibû vemirandin.

Komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî  daxuyaniyek belav kir û berpirsyartiya şewata li Lengê girt ser xwe.

Di daxuyaniya koma tûndrew û nijadperestên Tirk de tê gotin: “Me agir bi dilê Kurdên tirsonek xist, me li 16 cihên cûda yên bazarê agir pêxist û tine kir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî li bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê, bazara Lenge ya Hewlêrê û bazara Çelê ya Dihokê şewat derketibûn û ziyanek mezin bi dikanên welatiyan gihiştibû. Piştî van her sê bûyeran jî heman koma faşîst berpirsyartiya bûyerê girtibû ser xwe û gotibû: “Evane herêmên me ne, em ê vegerin û ala Tirkiyê li wan herêman bilind bikin.”