spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kolbernews: Di 13 salan de 681 kolber hatine kuştin

Li gorî Kolbnewsê, di nava 13 salên borî de 681 kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û hezar û 728 kolber jî birîndar bûne

Malpera Kolbernewsê der barê hejmara kolberên di nava 13 salên borî de li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin belav kir.

Li gorî malperê, di nava 13 salên borî de herî kêm 681 kolber li ser sînorên rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û hezar û 728 kolber jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê ragihand ku tenê sala borî 44 kolber hatine kuştin û 400 jî birîndar bûne. Li gorî vê hejmarê herî zêde sala borî kolber hatine kuştin.

Tê gotin piraniya kolberan di encama êrîşên hêzên Îranê de mirîn û birîndar bûne.