spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zanîngeha Sorbonneyê pirtûkên Ocalan xwendin

Xwendekar û akademîsyenan li Zanîngeh Sorbonneyê ku yek ji zanîngehên herî bi prestîj ên cîhanê ye, beşên parêznameyê yên li ser azadiya jinê, bingeha têkoşîna şoreşgerî û felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xwendin û niqaş kirin.

Xwendekar û akademîsyenên li Zanîngeha Sorbonneyê ya li paytexta Fransa Parîsê û yek ji zanîngehên herî bi prestîj ên cîhanê ye, rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di çalakiyê de xwendekarên ji pêkhateyên cuda ve hat organîzekirin, beşên parêznameyên Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna şoreşgerî û azadiya jinê û bingeha felsefeya Jin Jiyan Azadî hatin xwendin û nîqaş kirin.

Behsa şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî kirin. Xwendekaran anîn ziman ku Parlamentoya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT erka xwe pêk neanîne. Di çalakiyê de destnîşan kirin ku divê li dijî pêkanînên dewleta tirk ên li dijî hiqûqê helwesteke rêxistinkirî bê nîşandan û Şoreşa Rojava ya ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan tê de hatiye jiyîn, bê parastin û berfirehkirin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya ku wê di navbera 15-19’ê Nîsanê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, kirin.