3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma Sakîne Cansiz a Stranan çanda hebûnê diparêze

Yekemîn koma xweser a Şoreşa Jinan Koma Sakîna Cansiz ji avabûna xwe heya niha ji bo parastina çanda şoreşê xebatê dimeşîne.

Nûçegihana Jinhayê Viyan Amedê agahiya der barê xebatên Koma Sakîneyê de parve kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku bi diruşma Jin, Jiyan, Azadî Şoreşa Jinan pêk anîn di hemû qadên jiyanê de têdikoşin û xwedî li destkeftiyên xwe yên şoreşê derdikevin. Koma Sakîne ya stranan ku yekemîn koma stranan a Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2013’an de hat avakirin. Koma ku navê yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinan Sakîne Cansiz a di 9’ê çileya 2013’yan de di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest da, hildigire heya niha jî bi xebatên xwe hewl dide çand û hebûnê biparêze.

Rêvebiriya komê Gulîstan Brahîm a qala kar û xebatên xwe yên di warê çandî de kir di destpêka axaftina xwe de Sakîne Cansiz bi bîr anî û got: “Ez di serî de pêşenga jinan Sakîne Cansiz û her du hevalên wê bi bîr tînim û em ê ji bo xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek pêşketin çêbûn û yek ji wan qada hunerê bû ku îro bi sedan zêdetir komên me hatine avakirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ez jî derbasî kar û xebatên hunerê bûm. Koma Sakîne di sala 2013’an de piştî şehadeta Sakîne Cansiz hate avakirin. Ev kom hemû ji jinan pêk tê. Sakîne Cansiz yek jî avakar û damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Jiyana xwe ji bo gel, jin, berxwedan û têkoşînê feda kir. Ew jineke serhildêr, berxwedêr û pêşenga me bû. Şoreşa jinan mîrateya têkoşîna Sakîne Cansiz e. Em dixwazin bi hunerê xwe re ruhê wê ya azad bidin jiyandin û ji tevahî jinan re bidin nasîn.”

Bi heft jinan dest pê kir

Gulîstan Brahîmê wiha qala Koma Sakîne Cansiz a Stranê dike: “Me bi heft jinan dest bi vê komê kir. Koma me li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koma yekem a xweser bû. Loma em rastî zehmetiyan jî hatin. Weke xweser ezmûna me ya komekê xweser nîn bû, her wiha di aliyê amûran de jî em zêde pêşneketibûn. Di nava civakê de bêbaweriyek li hember koma me hebû lê bi berxwedan û têkoşîna xwe me ev bendan hemû şikênandin, ji ber ku em ji xwe bawer bûn û me hêza xwe ya herî mezin ji navê Koma xwe, Sakîne Cansiz digirt. Me her roj pêşketinên mezin tomar dikir û heta niha gelek pêşketinên mezin ava bûne.”

Reng û dengê jinan diteyisînin

Gulîstan Brahîmê armanca koma Sakîne Cansiz û berhemên ku pêş xistine wiha anî ziman: “Armanca me ya bingehîn ew e ku di her warî de têkoşîn û berxwedana jinan di hunerê de biteyisînin. Berhema me ya yekem li ser Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû ku sembola hêza jinan bû û me ew stran di sala 2014’an de derxist. Me hêza xwe ya yekem ji YPJ’ê digirt. Berhema me ya din jî li ser Sakîne Cansiz û her du hevalên wê bû. Berhema me ya din jî li ser Jîna Emînî ku îro bi pêşengtiya wê li rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana jinan û gelan pêk hatiye. Elbet gelek stranên cur bi cur jî em dibêjin, dê bi demê re pêşketin û berhemên cuda jî çêbibin.”

‘Tu hêz nihare awazê jinan qût bike’

Gulîstan Brahîmê herî dawî da zanîn ku ew bi riya hunerê peyam didin civakê û wiha bi dawî kir: “Hunermend peyamên xwe ji civakê re bi riya stranan radigihînin. Peyama me jî weke Koma Sakîne ji civak û jinê re ewe ku dê serkeftina jinan tacîdar be. Her wiha em bi riya hunerê li dijî feraseta mêr ku jinan di hundirê mal de difetisîne têkoşîn dikin. Loma em her dem di stranên xwe de berxwedan û têkoşîna jinan bingeh digirin. Tu hêz nikarê awazê jinên azadîxwaz qut bike, loma hemû jin divê hêza xwe nas bikin û bi ruhê Sakîneyan beşdarî têkoşîn û berxwedana jinan bibin.”