17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Alîgirên Amedsporê konferansekê li dar dixe

Komeleya Alîgirên Amedsporê wê konferansa “Alîgirên Amedsporê siberoja xwe nîqaş dikin” li dar bixe û wê di konferansê de li ser koçberî, bikaranîna tiryakê û holîganîzmê nîqaş bên kirin.

Amedspor di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de ji bo şampiyonê têdikoşe. Amedspor niha di lîga 2’yemîn de lîderiya xwe ya namaglûm didomîne. Komeleya Alîgirên Amedsporê ji bo pirsgir3ekên kulubê û siberoja tîmê nîqaş bikin û alîgirên tîmê bên cem hev wê di 18’ê mijdarê de konferansa bi sernavê “Alîgirên Amedsporê siberoja xwe nîqaş dikin” li dar bixin.

Konferans dê li Eywana Dawetê ya Giran a li navçeya Peyasa Amedê bê lidarxistin. Saet di 09.30’an de wê dest pê bike. Piştî konferansê wê hunermend Kadîr Çat, Şîlan Dora derkevin ser dikê û wê ji bo alîgirên Amedporê bistrên.

Banga beşdariya konferansê

Hevserokê Komeleya Alîgirên Amedsporê Şirazî Surmuş da zanîn ku ev konferansa wê alîgir li dar bixin li Tirkiyeyê cara yekemîn e tiştek wiha pêk tê û got: “Em dixwazin konferansê bikin awayek sîstematîk. Armanca konferansa me ew e ku yek ji birîn û pirsgirêka kûr a bajarê me bikaranîna tiryakê, fihûş e û koçberî ye. Em dixwazin di konferansê de li ser van mijaran bixivin û balê bikişînin ser van xalên girîng. Em bang li gelê xwe dikin ku bên beşdarî konferansa me bibin. Bi taybetî em dixwazin ciwanên Amedê bên beşdarî konferansê bibin.”