3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Ronameyên erebî yên vê sibehê behsa qanûna efûyê ya serokdewletê Sûriye Beşar Esad derxistiye, nerazîbûnên gelê Sûriyeyê ên li dijî vê qanûnê û şerê Îsraîl û Hemasê kirin.

Rojnameya Şerq El Ewset bi sernavê ′Sûriyeyî “qanûna Esad” rexne dikin′ nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku qanûna serokdewletê Sûriye Beşar Esad derxistiye ji hêla sûriyeyiyên li derve ve hate rexnekirin. Li gorî rojnameyê, çavdêran anî ziman ku ew qanûn hemwextî biryara Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya ku divê Sûriye ′yekser′ li dijî kiryarên îşkenceyê û dan û standina hovane ya li hember girtiyan bisekinîne û divê delîlên li ser îşkenceyê telef neke, hate derxistin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre pisporekî qanûnî, diyar kir ku xala herî girîng a ku di qanûnê de hatiye behskirin, ew e ku ew kesên bi yasaya terorê ya hejmar 19’an a sala 2012′an (li pey xwepêşandanên gel hatiye derxistin) ji derveyî wê hatine girtin. Ev tawan, ger ne li dijî hemûyan be jî, li dijî piraniya girtiyan e. Hinceta wê jî li dijî hikumeta Şamê derketine, da ku ew nekevin ber tu biryareke efûyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku madeyên din ên qanûnê, li dijî trafîk û zimhêrê, muxalefetên hiştina karmendiya hikumetê bêyî îstîfakirineke fermî û sûcên cinayetê bûn. Ji bilî wê jî qanûn hate derxistin tenê ji bo pê raya giştî bixapîne.

′Serhişkiya Israîl û Filistînê dibe sedema bêçaretiyê′

Rojnameya El Ereb ragihand ku şîrovekar aşkera dikin ku radîkalbûna Îsraîl û Filistînê der barê çareseriyê de li pêş çareserkirinê dibe astengî, ne niştecihên ku propagandaya wê dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku lêkoler James Dorsey dibêje hikmên giran ên li her du aliyên şerê Îsraîl-Filistinê û şerê ku hestiyên mayîn, hêrs, tirs, mixabînî û tolhildanê tev digerîne, girêk e û axaftina li ser aştiyeke di pêşerojeke nêz de dûr e.

Çavdêran anî ziman ku êrîşa Hemasê ya 7′ê Cotmehê û berteka Îsraîlê dê di pêşerojê de bibe sedema hişkbûna helwestên Îsraîlê û Filistînê.