17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû

Komeleya Oy ve Otesî, aşkere kir ku hejmara dilxwazên ku dixwazin di 28’ê gulanê de li ser sindoqan peywîrê bigirin ji 200 hezaran derbas bû.

Komeleya Oy ve Otesiyê ragihand ku hejmara dilxwazên ku dixwazin di 28’ê gulanê de li ser sindoqan peywîrê bigirin ji 200 hezaran derbas bû. Rayedarên komeleyê ragihandin ku hejmara kesên dixwazin bibin çavdêrên sindoqan li gorî hilbijartinên 14’ê gulanê 3 qet zêde bûne û aşkere kir ku li gelemperiya welat di 14’ê Gulanê de 72 hezar dilxwazên çavdêrên sindoqan hebûn.

Li gorî agahiyên ku rayedarên komeleyê parve kirin, her welatiyê ku 18 saliya xwe derbas kiriye xwediyê mafê hilbijartinê ye û dikare serî li platformên weke Komeleya Oy ve Otesî an jî partiyan bidin û bibin çavdêrên sindoqan. Rayedarên komeleyê bi lêv kirin ku kesên dixwazin li ser sindoqan bibin çavdêr divê teqez perwerde bibin û diyar kir ku dikarin bi awayekî online an jî rû bir û perwerde bibin û perwerde ji hemû welatiyan re vekiriye û bêyî qeyda xwe bikin perwerde tê dayîn.

Mafê hilbijêran ê şopandinê heye

Daxuyaniya komeleyê wiha ye: “Di perwerdeyan de tiştên roja hilbijartinê biqewimin, bingehên qanûnî û pêşniyarên ji bo rêveçûna aştiyane yên ji bo roja hilbijartinê hatine berhevkirin hene. Dema ku dilxwazên me wêneyên encamên sindoqên ku di dawiya rojê de hatin aşkerakirin bikişînin û li sîstema xwe bar bikin, em daneyên demildest bi hemû partiyên siyasî yên ku daxwaz dikin re parve dikin. Tevî vê yekê mafê her dengdêrekî heye ku li jimartinê temaşe bike.”