2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Hezexê ji bo şermezarkirina qezayan rê li trafikê girtin

Li navçeya Hezexa Şirnexê li xaçerêya nexweşxaneyê heta niha bi dehan qeza çêbûn. Jinên Hezexê ji bo şermezarkirina qezayan rê li trafikê girtin

Li navçeya Hezexa Şirnexê li xaçerêya nexweşxaneyê heta niha bi dehan qeza çêbûn. Di encama van qezayan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Şeniyên taxê beriya niha bi dehan caran daxwaza serbihûrekî ji rayedarên dewletê kirin, lêbelê ev daxwaza wan her carê bêencam ma. Herî dawî di 15’ê gulanê de li xaçereya nexweşxaneyê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokên bi navê Îsmaîl Temîz (14) û Lokman Temîz (15) gava xwestin derbasî wî aliyê rê bibin wesayîtek li wan qelibî. Her du zarokên ku xizmên hev bûn jiyana xwe ji dest dabûn û ajokarê wesayîtê hatibû binçavkirin. Di 20’ê gulanê de jî zaroka bi navê R.B. (7) li heman derê dema ku dixwest derbasî aliyê din bibe wesayit lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Tedawiya R.B. ku rewşa wê girane li nexweşxaneyeke Êlihê berdewam dike. Jinan jî li dijî van qezayan rê li trafîkê girtin û ev rewş şermezar kirin.

‘Em nikarin derbasî aliyê din bibin’

Ji jinan Esmer Kaya, diyar kir ku ew bi salan e daxwaza serbihurekî dikin lê her tim ev daxwaza wan tê paşguh kirin û wiha axivî: “Heta niha gelek zarokên me birîndar bûne. 400 mal li ser riyê ne lê dibistan tune ye. Riyên me ne çêkirine. Zarokên me kengî ji vir derbas bibin wesayit lê dikeve. Em nikarin derbasî aliyê din bibin. Em bê xwedî ne.”

Dayika zaroka bi navê R.B. a ku çend roj beriya niha wesayitek lê qelibî û niha rewşa wê girane Behice Başkan jî got ku ew naxwazin ku zarokeke din bimre û ji ber we rê girtine.

Yakûp Temîz ê kurê xwe Lokman Temîz di qezayê de winda kir jî, anî ziman ku temamê qezayên çêdibin ji ber nekontrolkirinê ye û ji bo êdî qeza çênebin ji rayedaran xwest ku çareseriyekê peyda bikin.

‘Ji bo çêkirina serbihurê kes nakeve nava hewldanan’

Temîz, bi lêv kir ku rayedar di her arefeya hilbijartinan de soza serbihurê didin û bal kişand ku dema hilbijartin bi dawî dibin ji bo çêkirina serbihurê kes nakeve nava hewldanan. Temîz, ê ji bo êdî qeza çênebin bang li rayedaran kir, da zanîn ku gelek ji qezayan dema welatî dixwazin derbasî aliyê rê bin çêdibin û anî ziman ku ji bo êdî qeza çênebin divê serbihurek were çêkirin. Temîz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim li vir serbihurek bê çêkirin. Beriya demekî kurt kurê min û biraziyê min dema dixwestin derbasî aliyê din ê rê bibin wesayîtê li wan da û her duyan jî jiyana xwe ji dest dan. Çi hewce bibe divê rayedar dest biavêjinê û çareser bikin. Min kurê xwe winda kir, bila sibê du sibe serê kesekî din neyê. Piştî kurê min û biraziyê min di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li heman cihî wesayîtê li zarokeke 7 salî da. Li ser cadeya mezin a qeza lê çêbû tenê lambeyeke trafîkê heye. Hemû rayedar dibêjin em ê di erefeya hilbijartinê de çêbikin û pişt re kes tiştekê nake.”

Polîsên ku hatin cihê çalakiyê hewl dan bi darê zorê jinan li ser cadeyê rakin. Lê tevî hemû zextan jî jinan çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakiya jinan a bi saetan encam girt û Qeymeqamê Hezexê daxwaz kir ku bi jinan re hevditinê bike.