17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên YNK û PDK’ê di parlamentoyê de êrîşî hev kirin

Ji ber rûniştina îro ya parlementoya Kurdistanê berevojî rêziknameya navxwe û ne yasayî bû, alozî di navbera parlementerên Yekîtî û Partî de derket û rûniştina parlamentoyê hate paşdexistin

Li gorî zanyariyên PUKMEDIA’yê çend parlamenterên di nava salona parlamentoyê de alozî dane destpêkirin.

Ji ber ku di rojeva rûniştina îro de xalek bi awayekî neqanûnî hat zêdekirin. Rêwaz Fayeq seroka parlamentoya Kurdistanê biryar da ku li gor xala sêyem a madeya 18’an a  rêziknameya parlamentoya Kurdistanê rûniştin were paşxistin.

Serokê fireksiyona Goran piştî aloziyan di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku pirsa aktîvkirina komîsyonê û sererastkirina qanûna hilbijartinan du mijarên niştimanî ne û wiha got: “Hemû alî û hêzên siyasî di civînên xwe de li ser wê yekê li hev kirin ku di civîna parlamentoyê de bi yek pakêtê beşdar bibin. Ji ber ku me û partiyên siyasî ev soz îmze kirin.”

Endama fireksiyona Yekîtiya Nîştimanî Hewrî Mella Star di daxuyaniyeke rojnamevanî de der barê mijarê de wiha got: “Seroka Parlementoyê li gorî xala 3 ya madeya 18 ya rêziknameya navxwe rûniştinbi dawî kir û karê civîna îro bi dawî kir. Her wiha der barê derbasbûna hêzên ewlekariyê ya Ketina hêzên ewlehiyê bo nav parlamentoyê piştrast kir û wiha got: Ev yek bes e ji bo neqanûnîbûna her biryarekê ku li parlamentoyê bi amadebûna hêzên ewlehiyê were dayîn.”