27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Rosayê kongreya xwe pêk anî

Komeleya Jinan a Rosayê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Lijne diyarî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel kirin

Komeleya Jinan a Rosayê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Awarte bi dirûşma “Li hemberî tundiya li ser jinê, jin têkoşînê dihûnin” li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat li dar xist. Li eywana lijneyê pankarta “Jin, jiyan, azadî” û wêneyên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel hate vekirkin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên partiyên siyasî yên Amedê, Parlamentera Partiya Çep a Kesk, nûnerên OHD, ÎHD, MED TUHAD-FED, ANYAKAY-DER, MEBYA-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Aktîvîsta TJA’yê Tûlîn Aydaz, di kongreyê de bi bîranîna Nagihan Akarsel dest bi axaftina xwe kir. Aydaz, diyar kir ku Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in kedeke mezin da û bi 7 kesan dest pê kir û niha xwe gihandiye bi hezaran jinan. Aydaz, da zanîn ku komele niha bûye mala bi hezaran jinan û wiha pê de çû: “Her tim gotineke me hebû, hêza me ya guhertinê hebû. Em serkeftinê ji bo hevalên xwe yên nû dixwazin.”

Piştre parlamenter Adalet Kaya nameya Ayla Akat Ata xwend ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û Suzan Îşbîlen weke seroka Komeleya Jinan a Rosayê hate hilbijartin.

Kongre bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi tilîliyan bi dawî bû.