9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SÎHA’ya Tirkiyeyê li Hesekê hat xistin

Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li aliyê din li Hesekê SÎHA’yek Tirkiyeyê hat xistin

Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, dewleta tirk di êrişên xwe de santrala ceyranê û stasyona petrolê hedef girt. Li gorî nûçeya ANHA’yê; mezreya Mişêrfe Himê ya Hesekê, wesayîteke li ser rêgeha Himê, stasyona Himê, derdora kampa Waşokanî, gundê Tiwêla yê Til Temirê, bendava li gundê Til Hebeş û ya li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê 11 caran hatin bombebarankirin. Di bombebarankirina mezraya Mişêrfe Hime ya li ser rêya Til Temir-Hesekê de welatiyên bi navên Elî Hemo Naso (70), Beşîr Îsa Hemîd (49), Ebdulezîz El Mihemed û Ednan Behro Ebdullah birîndar bûn.

SÎHA santrala Ceyranê ya Bendava Xerbî de Hesekê bombebaran kir. SÎHA stasyona petrolê ya Seîde ya bajarê Tirbespiye ya Kantona Qamişlo jî bombe kir. Stasyona petrolê ya Seîdê ya li Tirbespiyê ku li herêmê girîngtirîn avahiya stratejîk e û ji 2 stasyonên sereke pêk tê, di heman demê de ceyranê dide kuleyên ragihandinê yên zêdetirî 15 gundên bakurê navçeyê.

SÎHA’ya Tirkiyeyê li Hesekê hat xistin

Piştî fermana Fîdan erişen li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin. Hat ragihandin ku Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a aydî Tirkiyeyê hê ji ber sedemek nayê zanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xistin. Hin wêne û dîmenên kêliya xistina SÎHA’yê ji aliyê bikarhanerên medya dîjîtal ve hatin belav kirin.  Hê sedemên vê SÎHA’ya ku di navbera gundên Ruguba û Ebû Naqa yên bi ser navçeya Til Temira Hesekê ve hatiye xistin nayê zanîn.