9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye sûcên şer dike’

Rêveberiya Xweser a Rojava diyar kir ku îdiayên Tirkiyeyê reveke mezin a ji rastiyê û paşguhkirina pirsgirêka kurd e. Rêveberiyê anî ziman ku êrişên li dijî avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandoreke neyênî li ser rewşa debarê û mirovî ya giştî bîne û ev kiryarekî dijminane ye û dikeve nava xalên sûcên şer.

Careke din duh Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derket û got dê hêzên welatê wî binesaziyên Iraqê û Sûriyeyê hedef bigirin. Li ser mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev gef û êrişên li dijî herêmê aliyekî wan a tolhilanînê heye, ji ber ku dewleta tirk di projeya xwe û ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê de bi bin ket.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Careke din û di israrkirina hedefgirtina herêmên me de dewlet Tirk li ser zimanê rayedarên xwe gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên me xwarin û ji bo ku êrişên xwe yên li dijî gelê me rewa bikin dibêjin ev herêm û saziyên xelkê w jî armancên projeya Tirkiyeyê ne. Ev zimanê gefxwarinê piştî gelê me plan û lîstikên qirêj ên hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê li dijî xelkê me yê li Dêrazorê têk birin, hate kirin.

Ev gef piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozekê li hember Tirkiyeyê de herêmên me tên hedefgirtin. Dewleta Tirk sewqiyetên xwe yên leşkerî yên zêde li ser sînorê xwe yên bi Sûriyeyê re û rojane kiryarên li dijî ciwanên berê xwe bi rêya Tirkiyeyê didin Ewropayê û li dijî wan sûcên qetilkirin, îşkence û lêdanê bi kar tîne ji bîr dike.

Dewleta Tirk çîroka xwe ya derbarê çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye û bi herêmên me ve girê dide û ev îdia dûrketineke mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya navxwe û paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî û di nav de pirsgirêka kurd e.

Ji ber binketinê êrîş dike

Di demekê de em bi tundî gefên dewleta Tirk red û şermezar dikin, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van tiştan teqez dikin:

Ev gefxwarin û hedefgirtina herêmên me xwedî aliyekî tolhilanînê ye û ew jî piştî dewleta Tirk di ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê û projeya xwe de bi bin ket pêk tên.

Ev gef reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye.

Ev gefên li dijî herêmên me bandoreke neyênî li dijî çalakî û hewldanên gelê me û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî DAIŞ’ê û şaneyên wê dike.

Tu kes ji van gefan sûdê wernagire, her wiha pêkanîna rewşa aloziyê cureyek ji pêkanîna bêîstîqrariyê ye û ev yek jî armanca sereke ya dewleta Tirk e.

Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xana sûcên şer.

Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwestên cidî bin û van gefan sînordar bikin, ji ber ku ji bilî pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de dewleta Tirk jî rêbazên jiyanê yên xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û êşên mirovî zêde dike. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.

Banga li qada navneteweyî

Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin ku helwestên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta Tirk bisekinin, da ku hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi rêya herêmên me bên avakirin.”