7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir

Komeleya Wêjekarên Kurd dê di roja yekşemê de bi dirûşma "Wêje giyanê civakê ye" duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Lijneya Amadekar a Kongreyê banga tevlêbûna kongreyê kir

Komeleya Wêjekarên Kurd dê di 10’ê hezîranê de bi dirûşma “Wêje giyanê civakê ye”, Duyemîn Kongreya Asayî li dar bixe. Kongre dê roja şemiyê saet di 13.00’an de li avahiya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a li Kolana Yaşar Kemal a Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû li dar bixe. Gelek wêjekar û derdorên cuda dê tev li kongreyê bibin.

Lijneya Amadekar a Kongreyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha banga tevlibûnê kir: “Komeleya Wêjekarên Kurd a ku di sala 2020’ê de hatibû avakirin, kongreya xwe ya asayî ya 2’yemîn dê di 10’ê hezîranê de li Amedê bi dirûşma ‘Wêje giyanê civakê ye’ li dar bixe. Armanca kongreyê, li gor pêwistiyên sereke li gel guherîn, veguherîn û jinûvesazbûneke bingehîn pêkanîna pêngaveke xurt û berfireh a kar û xebatên wêjeya kurdî ye. Di rêveberiya kongreyê de ne tenê li bajarê Amedê, li gelek bajarên din jî wêjekar dê cih bigirin û di nava demê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê şax û nûnertiyan komeleyê bên sazkirin, li wan bajaran jî xebatên cur bi cur ên wêjeyî bên meşandin. Em ê bi tevlibûna wêjekar, wêjehez, sazî û gelê xwe yê welatparêz serfiraz bin.”