3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gulan Fehîm: Siyaseta bêçekirinê bêparastinhiştina kurdan e

Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm li ser siyaseta bêçekkirina hêzên kurdî got: “Em siyaseta bêçekirinê weke siyaseta bêparastinhiştina kurdan dibînin. Di kampan de mayîna hêzên kurd dibe sedem ku hinekên din der barê wan de biryarê bigirin. Li dijî van hewldanan jî ya pêwîst yekrêziya kurdan û bilindkirina têkoşîneke xwe dispêre hêza xwe ya cewherî ye.”

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad ya Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm têkildarî lihevkirina dewleta Iraq û Îranê ya ji bo bêçekkirina hizbên rojhilatê Kurdistanê yên li kampên Herêma Kurdistanê dimînin û bi giştî jî planên li pişt siyaseta bêçekkirina kurd ji ajansa Rojnews re axivî.

Gulan Fehîmê siyaseta bêçekkirinê ya ji aliyê dewletên dagirker yên Kurdistanê û hinek hêzên noker ên kurd weke siyaseta bêparastinhiştina kurdan nirxand û li dijî van hewldanan jî banga xwespartina hêza xwe ya cewherî û pêkanîna yekrêziya neteweyî li hêzên rojhilatê Kurdistanê kir.

‘Dewleta tirk hewl dide dewletên herêmê bikişîne ser xeta xwe’

Gulan Fehîmê li ser lihevkirina navbera Îran û Iraqê ya ji bo bêçekkirina kurdan got: “Dewleta tirk li ser esasê tasfiyekirina gelê kurd, her hewl dide welatên herêmê li gel xwe bigire û li dijî têkoşîna azadiya kurdan bide şerkirin. Bi bahaneya şerê dijî PKK’ê êrişê parçeyên Kurdistanê kiriye û li her derê ketiye nava êrişê. Li ku derê tengav bû bi riya dewletên din êrişê Tevgera Apoyî kir. Dewleta tirk herî zêde li ser dewleta Îranê kar kir û hewlda li dijî gelê kurd bixe nava şerekî rasterast. Heya beriya xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji ber nakokiyên navbera her du aliyan de, ew ferzkirinên dewleta tirk pêk nedihat. Lê piştî xwepêşanandan û rewşa xirab a Îranê wisa xuya ye ku hinek lihevkirin navbera her du dewletan de çêbûye.”

Dijbertiya Tevgera Kurd

Gulan Fehîmê dazanîn Îran ji ber rewşa xirab a aborî bi Tirkiyeyê re lihevkiriye gaza xwe xwezayî hinardeyî Ewropayê bike û li beramber wê jî qebûl kiriye li dijî Tevgera Azadiyê bikeve tevgerê û got: “Îran gaza xwe ya xwezayî li ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê dike û li beramber wê jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikeve tevgerê. Her wiha ji ber şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengiya kurdan pêş ket, ev ji xwe re weke metirsî dît û bi Iraqê re li hev kir ji bo hêzên rojhilatê Kurdistanê ji Başûr derbixe. Di hevdîtinan de mijarên wekî, ‘Pêwîst e dawî li mûxalefeta Îranê ya çekdarî ya li ser axa Iraq û Başûr were anîn.’ Jixwe bi heman armancê di sala 2022’yan de êrişek li ser partiyên Kurdistanê yên komele û demokrat hate kirin. Niha jî bêçekkirina hêzên kurd û di kampek de bi cihkirin û marjînalkirina wan xistine rojeva xwe.”

Armanca bêçekkirinê tasfiyekirina hêzên rojhilatê Kurdistanê ye’

Gulan Fehîmê hewldanên bêçekkirinê weke hewldana tasfiyekirina hêzên kurd binav kir û wiha pêde çû: “Dixwazin hemû hêzên kurd bê çek bikin, di kampekê de kom bikin û marjînal bikin. Mirov dikare bêje, ev siyaseta tasfiyeyê ye. Dewleta Îranê yekser li hêzên din yên Rojhilat dide, bi riya dewleta tirk jî li tevgera me û PJAK’ê dide. Li aliyekî bêçekkirinê li aliyek jî girtina sînoran xistine rojevê. Eger ev daxwaza Îranê jî be lê ya esas daxwaza dijminê hevbeş yên gelê kurd dewleta tirk e. Em dizanin dewleta tirk di vê mijarê de hem zextê li Îranê dike, hem jî zextê li Iraqê dike. Lê divê were zanîn eger rêbaza dewleta tirk rastbûya, wê dewlta tirk ser biketa. Ji ber vê siyaseta şerxwaz niha dewleta tirk di nava aloziyeke mezin de ye.”

‘Tu gel bê parastin nikare bijî’

Fehîmê li ser girîngiya parastin û xweparastina biçekê jî diyar kir ku ti gelek bê parastin nikare bijî, yan jî xwedî nasname û îradeya xwe derbikeve û ev anî ziman: “Ev ji bo Kurdistanê hîn zêdetir derbasdar e. Jiber ku Kurdistan hatiye parçekirin û rojane axa Kurdistanê tê dagirkirin. Bi hewldanên dagirkirinê re dixwazin gelê kurd bê nasname, çand û exlaq bihêlin. Gelê kurd her ji bo hebûna xwe têkoşîn daye meşandin. Bi felseya Rêber Apo gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kete ferqa xwe, êdî siyaseta qirkirinê qebûl nake. Hêzên dagirker jî ti caran hêvî ne dikirin ku gelê kurd rojek bigihêje vê astê ku li her derê li dijî dagirkeriyê têbikoşe. Lê belê niha li Kurdistanê sîstemeke pir hişk a desthilatdariyê heye û dîktatoriyê didin meşandin. Gelê kurd tim li ber vê her têkoşiyaye. Di rewşeke wiha de, gelê kurd li ber xwe dide, dijmin hewl dide bi riya bêçekkirina tevgerên kurd, tiştên ku dixwazin bi riya zor û zilmê bi encam bike. Heya ku hêzên bi çek ên gelê kurd hebin dijmin weke dixwaze dê nekare tasfiyeya gelê kurd pêk bîne. Dibe ku gel bedelên giran jî bide û bi gelek zehmetiyan re jî rû bi rû bibe, lêbelê dê nekare destkefiyên gelê kurd tune bike. Dijmin di heman demê de, bi riya vê siyaseta bêçekkirina gelê kurd, dixwaze êrişê hemû destkeftiyên gelê kurd bike û heta niha gelê kurd çi ava kiriye ji holê rake. Ji bo vê di serî de Rojava, Şengal, Mexmûr û beşên din ên Kurdistanê weke hedef dide nîşandan. Jixwe herî zêde jî êrişî gerîlayên azadiyê dike. Di heman demê da dewleta Îran jî li Başûr bi piştgiriya Iraqê dixwaze tevgerên gelê kurd bê çek bike û wiha êrişên li ser sekna gel a têkoşer li rojhilatê Kurdistanê bike. Di heman demê de, şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ji holê rake. Bêparastinhiştin, tê wateya tunebûn û mehkûmê teslîmbûnê. Li ser vê esasê hêza ku biçek be, dikare siyaset bike û maf û hebûna xwe biparêze. Ji bo gelê kurd jî biçekbûn tê wateya parastina hebûn û mafê xwe.”

‘Ji bo tinekirina êrişan, pêwîste hêzên Kurdî bi têkoşîneke hevpar heye’

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad ya Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm li ser helwestên hêzên kurdî yên li ber êriş û şerên taybet ên li ser gelê kurd jî ev nirxandin kir: “Hewildanên bêçekkirina tevgerên kurd cara yekê nîn e ku çêbûye, her ev hewildan hebûn û heta zihniyeta dagirkirina Kurdistanê hebe, dê ev îsrar her hebe. Em dizanin hêzên dagirkerê Kurdistanê; di çareserkirina pirsa kurd de tu pirojeyên xwe nîn in. Berevajî vê hemû hêz li ser esasê tasfiyekirina gelê kurd di nava lihevkirinê de ne. Ji bo vê yekê em weke gelê kurd ji, her demê zêdetir rû bi rû ne bi siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê re. Rêxistinên gelê kurd ne tenê bê çek nabe di heman demê de hemû gel di vê mijarê de, rêxistinkirin û gihandina asta ku bikare şer bike girîng e. Rêber Apo got; ‘Ev êrişên qirkirinê bi pêşxistina Şerê Gelê Şoreşgerî dikare were bê bandor kirin.’ Pêwîst e hemû gel li ser vê esasê were rêxistinkirin da ku gel jî bikaribe bi hemû awayî xwe biparêze. Ji bo bêbandorkirin û jinavbirina wan êrişan di serî de tevger û pêşengên gel pêwîst e di nava hevkariyekê de kar û xebat bimeşînin. Pêwîstî bi têkoşîneke hevbeş heye. Di demekê de hemû hêzên dijî gelê kurd hevgirtî ne, pêwîstî bi hevgirtina gelê kurd û hêzên kurdî heye. Dibe ku di hêla îdeolojîk de ciyewazî hebin lê belê di gelek xalên hevbeş de dikare bikeve bin berjewendiya gelê xwe. Hatina gel hev di çerçoveya nirxên madî û manevî yê gel de, têkoşîna hevbeşmeşandin dê bibe zemînê serkeftinê. Ji ber ku dijmin ji parçebûna gelê kurd sud werdigire û wiha êriş dike, em dibêjin kilîda serxistinê jî bi yek deng û yek helwest têkoşîn kirinê derbas dibe. Di vê xalê de hewildanên me yê hevgirtinê bi salane çêbûne û niha jî hene. Di Heman demê de em dixwazin li ser esasê dijberiya dagirkeriya Kurdistanê hev bigirin; ji bo em Hevpeymaniya Lozanê jî bê bandor bikin. Tenê hatina gel hev têrê nake; di heman demê de li beramberî her cure êrişên qirkirin û dagirkeriyê têkoşîna hevbeş meşandin û hevgirtin esas e. Têkoşîn û hewildanek hîn zêdetir di vê xalê de pêwîst e. Em di rastiya PDK’ê de ku li gel dagirkerên Kurdistanê cihê xwe digire û riya qetilkirin û dagirkirina Kurdistanê vedike baş dizanin. Çend parçebûyîn hebe dê dijmin jî ew qasî ji êrişên xwe re derfet bibîne. Ji bo ku em nehêlin di nava salê da gelê me heman êrişan were rû bi rû, di serî de têkoşîna li beramberî kurdên xwefiroş û hemû kesên ku dijminahiya gelê me dikin, bimeşînin û bi yek helwestê nêzîk bibin.”