2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erebistana Siûdî: Divê DAIŞ ji kokê de were qelandin

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî da zanîn ku pêwîstî bi têkoşîna li dijî DAIŞ′ê û xebata astengkirina vegera wê heye. Her wiha wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî li ser mayîna çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî di kampan de da

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan got divê têkoşîna li dijî tundrawan were xurtkirin û xebata li ser astengkirina vegera DAIŞ′ê were domandin.

Feysel Bîn Ferhan di civîna wezîran a Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê de ku li Riyadê li dar ket, got dê Erebistana Siûdî li her deverê têkoşîna li dijî DAIŞ′iyan bidomîne heta ku “ji kokê de were qedandin”.

Ferhan destnîşan kir ku divê xebat ji bo astengkirina vegera DAIŞ′ê were kirin û çavkaniyên fînansekirina wê werin ziwakirin.

Li aliyekî din jî wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken got welatê wî pabendî têkbirina DAIŞ′ê ye û hişyarî da ku  li Afganistan û hin herêmên Afrîkayê êrîşên DAIŞ′ê zêde bûne.

Blinken di dawiya civînê de hişyarî li ser mayîna çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî di kampan de da û bang li dewletên têkildar kir ku welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî vegerînin. Her wiha got, kampa Holê ya li Sûriyeyê gaveke girîng e.