3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Kesk: Dengdayîna Erdogan şewitandina xwezaya Kurdistanê ye

Serokê Partiya Kesk Milko Bazyanî, diyar kir ku dewleta tirk li Behdînanê 4 milyon dar biriye û dengdayîna Erdogan tê wateya careke din şewitandin û bombebarankirina xwezaya Kurdistanê.

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Dewleta tirk, di êrîşên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne û xesareke mezin digihîne xwezaya herêmê. Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, ji ber êrîşên dewleta tirk, di nava 10 salan de zêdetirî milyonek û 300 hezar donim daristan şewitiye.

Der barê vê talankirina dewleta tirk a xwezayê Kurdistanê de Serokê Partiya Kesk a Herêma Kurdistanê Milko Bazyanî ji Rojnews re axivî. Milko Bazyanî, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku civaka Tirkiyeyê hê negihiştiye wê astê ku serkirdeyek dilsoz û jîngehparêz hilbijêre û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyên li dijî gelên mîna ermen, kurdan; elewiyan tije ye. Lê hê jî xelk deng dide Erdogan. Dengdayîna Erdogan tê wateya careke din şewitandin û bombebarankirina xwezaya Kurdistanê.”

Di berdewama axaftina xwe de Bazyanî, behsa darbirîna li Behdînanê kir û der barê mijarê de ev tişt got: “Di salên borî de dewleta tirk bi rêya kompanyayekê, li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar birî. Hinek herêmên li Behdînanê bûne çol. Me li Neteweyên Yekbûyî dijî birîna daristanên Kurdistanê giliyê Tirkiyeyê kir. Mixabin bersiva me nedane.”