30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû: “Li Qamişlo Li Ber Derî”

Hunergeha Welat vê carê jî klîba “Li Qamişlo Li Ber Derî” bi temaşevan û guhdarên xwe re parve kir. Klîbek xweşik û balkêş e. Îbrahîm Feqe got ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike. 

Hunergeha Welat bi klîbeke nû li pêşberî temaşevan û guhdarên xwe ye. Hunergeha Welat vê carê strana “Li Qamişlo Li Ber Derî” û bi dîmenên xweşik klîbek amade kir û li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal belav kir. Şêro Hindê derhêneriya klîbê kiriye û hosteyê muzîkê Mehmûd Berazî jî melodî ango muzîka stran-klîbê amade kiriye.

Weke klîbên din ên Hunergeha Welat dîsa komek lîstikvan û kesên ked dane klîbê cih digirin. Klîb di 7’ê hezîrînê de li ser tevna civakî hat belavkirin û gelek kes jî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve dikin.

Behsa civakîbûna Qamışlo dIke 

Amadekarê klîbê Îbrahîm Feqe ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike û hinek bîranînên taybet ku li taxên Qamişlo qewimîne raxistine ber çavan. Feqe da zanîn ku stran bi şêwazeke pêkenî, qerf û kêfxweşî hat çêkirin. Feqe anî ziman ku di stranê de behsa Amerîka, Moskova, Parîs û Romayê tê kirin û ew wan welat û bajaran didin ber bajarên kevnare yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ku bi hemû pêkhateyên xwe dîrokî û kevnar in û bal dikişîne ser ferqa civakîbûna li ber mal û hewşên kurdan û welatên din. Feqe destnîşan kir ku ew bi klîbê-stranê dixwazin behsa ruhê jiyana li bajarê Qamişlo û hemû bajarên din bikin. Feqe anî ziman ku wan di klîbê de hest û têkiliyên paqij ên xelkê bajêr derxin pêş.

Gotinên stranê wiha ne:

“Wey bihûrî bihûrî bihûrî

Porê wan qîza sorî

Xecê ya herî jorî

ew ji taxa xanîka oy oy oy oy

Taxê nadi bi Emrîka

Emrîka zipî zuwa

kes rûnanê li ber derî oy oy oy oy

Ken û eşq bi hêdîka oy oy oy oy

Wey buhûrî bihûrî bihûrî

Qamqutê li min kir zorî

Li ba dikir gulya morî

Kinê ji dor aşê bûzê oy oy o oy oy

Malê nade bi Parîsê

Parîsa vikî vala

Kes rê nade hevala oy oy oy oy oy

Mala kinê wek lîsê oy oy oy oy oy

Wey bihûrî bihûrî bihûrî

Di kar û sê hevorî

Şivana wan pir nazî

Nazliyê ji mêrga hilko oy oy oy oy

Ew hilko nade bi Mosko

Moskoya şilfî tazî

Kes tune ye li sûka oy oy oy oy oy

Qir û cirra van bûka oy oy oy oy

Wey hûrî bihûrî bihûrî

Xaçê gerdenê bimorî

Marî keçka aşûrî

Ew kulîlka Bişêriyê oy oy oy oy oy

Bişêriyê nade bi roma

Romaya polî poşman

Lê tune malek kildan oy oy oy oy

Ne jî cîranek suriyan oy oy oy oy oy”

Lînka klîbê wiha ye: https://www.youtube.com/watch?v=06LlkqoABp8