spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend Dilovan bertek nîşanî berovajîkirina TRT Kurdî da

Hunermendê kurd Dilovan bertek nîşanî berovajîkirina TRT Kurdî ya der barê bavê xwe Reşîdê Baso da û diyar kir ku bêyî ku destûr ji wan bigire TRT Kurdî li ser bavê wî bername çêkirine û heqaret li dîroka gelê kurd-êzidî kiriye.

TRT Kurdî ku ji bo asîmîlekirina çand û zimanê kurdî ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve bi derfetên dewletê hat avakirin; têkildarî hunermend û dengbêjên kurd bi agahiyên şaş û derewîn bernameyan çêdike. TRT Kurdî ku çeka asîmîlasyonê ya dewletê ye, di bernameyeke xwe ya vê hefteyê de qala Dengbêjê Reşîdê Baso kir. Malbata Dengbêj Reşîdê Baso nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da ku bêyî destûrê ji wan bixwaze, bername çêkiriye.

Malbata Reşîdê Baso ku li Agiriyê dijiya di sala 1914’an de ji qirkeriya dewleta tirk reviya û li Ermenistanê bi cih bû. Di dema êrîşên qirkirinê de gelek ferdên malbata Reşîdê Baso hatin qetilkirin. Reşîdê Baso di sala 1927’an li gundê Keleşbeg ê bajarokê Talîn ê Ermenistanê ji dayik bû. Mîna Peyayo, Mêvan, Qurban, Felekê zêdeyî 40 klamên wî li Radyoya Erîvanê hatin qeydkirin. Reşîdê Baso ku di navbera salên 1964 û 1966’an de li Radyoya Erîvanê klam got, di sala 2006’an de jiyana xwe ji dest da.

‘TRT Kurdî şermezar dikim’

Kurê dengbêj Reşîdê Baso hunermend Dilovan, bi daxuyaniyeke nivîskîi nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da û ev tişt got, “Gelê bi rûmet ê Kurdistanê! Weke ku tê zanîn malbata me di dîroka xwe de timî xizmet ji çand û hunera Kurdî re kiriye, wê vê xizmeta xwe dewam bike. Ji bo doza bi rûmet a gelê Kurd em her tim têkoşiyan, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Beriya niha bi çend rojan, qenaleke televîzyonê ya dewleta Tirk TRT Kurdî li ser bavê min bernameyek çêkir. Weke kurê Reşîdê Baso ez TRT Kurdî şermezar dikim. Em qebûl nakin ku li televîzyoneke mîna ya TRT Kurdî li ser bavê min dengbêj Reşîdê Baso bernameyên bi vî rengî bêne çêkirin.”