28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hempîşeyên wî Akdemîr li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn

Xwediyê Îmtiyazê û edîtorê rojnameya me Kadrî Esen ku di salvegera qetilkirina Hafiz Akdemîr de axivî, ev tişt got: “Ragihandina denge heqîqet û rastiyê wê qet li kuçe û kolanên Kurdistanê kêm nebe.”

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr, di 8’ê Hezîrana sala 1992’an de li navçeya Sûra ya Amedê ji aliyê Hîzbullahê ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Akdemîr de 31 sal derbas bûn û qatilê wî  Cîhan Yildiz ku hatibû girtin jî piştî demekê hat berdan. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li cihê ku lê hatibû qetilkirin Akdemîr bi bîr anî. Gelek hempîşeyên Akdemîr û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn tev li bîranînê bûn.

Xwediyê Îmtiyazê û edîtorê rojnameya me Kadrî Esen, di bîranînê de axivî. Di destpêka axaftina xwe de Kadrî Esen bal kişand ser zehmetiyên rojnamegeriyê yên salên 1990’an ev tişt got: “Em ji bo biranîna hevalê xwe Hafiz Akdemîr li vir in, hevalê me 31 sal berê rojeke weke îro hat qetilkirin. Dema ku ha qetilkirin li ser karê xwe bû. Di salên 1990’an de gelek zext û pêkûtî li rojnamegeran hatin kirin. Sazî û dezgehên rojnamegeriyê hatin girtin, di encama van zext û pêkûtiyên hatin kirin li kûçe û kolanên Kurdistanê bi dehan hevalên me li ser karên xwe hatin qetilkirin. Wê demê sazî avahiyên me yên kar ji ber ku heqîqet radixistin ber çavan dihatin bombe kirin. Hevalên di van avahiyan de jî hatin qetilkirin. Yek ji wan hevalan jî hevalê me Hafiz Akdemîr bû. Di ser qetilkirina hevalê me re 31 sal derbas bûn. Mixabin qaşo ku kujerên wî hatin tespitkirin û darizandin pişt re jî kujer hatin berdan.”

‘Naxwazin heqîqet derbikeve pêş’

Di berdewamê de Esen, destnîşan kir ku kujerên hevalên wan îro bi desthilatê re li dijî kurdan tifaq danîne û wiha got: “Ne bi tenê Hafiz Akdemîr gelek bûyerên bi vî rengî bi aqûbeteke bî vî rengî re rû bi rû diman. Piştî çend salan gelek ji wan jî hatin xelatkirin. Kujerê hevalê me Hafiz Akdemîr jî weke ku tê zanîn ew hêzên kontra bûn. Hê jî desthilata AKP-MHP’ê bi wan re hevkariyê dikin. Şûna ku kujerên hevalê me bibînin û ceza li wan bibirin, piştî 31 salan di hilbijartinan de desthilata AKP-MHP’ê bi kujerên  hevalên me Hafiz Akdemîr re tifaq pêk anîn. Wisa çûn hilbijartinê. Ev tifaqa ku li ser zilm û zordariya kurdan hatiye avakirin bi tu awayaî naxwaze heqîqet derkeve rastê û deng bên bihîstin. Ji ber vê yekê jî gelek operasyonên binçavkirinê li dijî hevalên me pêk anîn.”

‘Wê rastiya heqîqetê kêm nebe’

Di dawiya axaftina xwe de Esen, girtina 16 hempîşeyên xwe bi bîr xist û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Dîsa di sala borî de di vê rojê de li dijî rojnamegerên kurd li Amedê operasyonek hate kirin. Di vê operasyonê de 21 hevalên me hatin binçavkirin 16’e hevalên me hatin girtin. Di salvegera vê operasyonê de mixabin hê jî hevalên me derneketine pêşberî dadgehan û li gorî sûcdariyên ku hatine amadekirin hevalên me wê li dadgehê wan bidarizînin. Ev vir, derew û sûçdariyên ku li hevalên me tên kirin bi awayekî rasterast wê derbikevin pêşberî dadgehan û vê yekê ji raya giştî re û ji Tirkiyeyê û Kurdistanê re vebibêjin. Ev yek hê jî pêk nahatiye. Lê pir nemaye di meha pêşberî me de ev yek wê pêk bê. Her çiqas em bêne qetilkirin, binçavkirin û girtin divê bê zanîn ku wê ev deng qet neye qutkirin. Denge heqîqetê, raghandinê, rastiyê wê qet li kuçe û kolanên Kurdistanê kêm nebe. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe hevalên me yên ku hatine qetilkirin pênûsa wan îro me dewr girtiye û em li ser karê wan in li ser şopa wan em ê riya wan dewam bikin û ji niha pê ve jî em ê vê yekê bikin. Em ê xebatên xwe yên rojnamegeriyê bidomînin.”