spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e

ÎHD’a Amedê daxuyand ku di 15 salên dawî de 21 jê zarok bi giştî 44 kes di encama wesayîtên zirxî li wan xistine de jiyana xwe ji dest dane.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê rapora têkildarî mirinên ku di encama wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran de ku li wan qelibîne eşkere kir. Di raporê de hat bi bîr xistin ku di 7’ê hezîranê de li navçeya Gevera Colemêrgê çawişê pispor wesayît li zarokê 5 salî Erdem Aşkan qelibandiye û jiyana xwe ji dest daye.

44 kes kuştin

ÎHD diyar kir ku wan rapora wesayîtên zirxî  yênli welatiyan qelibîne di 2019’an de aşkera kiriye û ev rapor niha nû bûye û hejmara mirî û birîndaran zêdetir bûye.

Di daxuyaniya ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku bi kuştina Erdem Aşkan re di 15 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan qelibîne pêk hatine û 21 jê zarok 44 kesan di van bûyeran de jiyana xwe ji dest daye û 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.

ÎHD di rapora xwe de destnîşan dike ku sedema van mirinan bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye.