spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Li nêzî navendeke hikumeta Şamê ya li Derayê teqîn

Li nêzî navendeke “lihevanînê” ku saziyên hikumeta Şamê nû li Derayê vekiribû, dengê teqînê hat bihîstin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), vê berbangê kesên nenas bombeyek di erebeyeke nêzî avahiya Koşka Hûriyat de teqand. Saziyên hikumeta Şamê di demên dawîn de li wê herêmê ji bo kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin û yên ku leşkeriya mecbûrî nekirin, navendeke “lihevanînê” vekiribû.

Zirarên madî çêbûne

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê di 3’yê hezîranê de li Koşka Hûriyat a li bajarê Derayê navendeke “lihevanînê” vekiribû. Hêzên hikumetê li her kesên ku “lihevanînê” red bikin, gef xwaribûn.

Ruxmî ku 12 sal di ser aloziya Sûriyeyê re derbas bûne, hikumeta Şamê heta niha tu gav ji bo çareserkirina aloziyê neavêtine û nikare êşa gel bi dawî bike. Tê destnîşankirin ku ji ber rewşa aborî ya xirab, zêdetirî ji sedî 90`an gelê Sûriyeyê di nava xizaniyê de dijî. Lê hikumet bi riya “lihevanînan” bi israr e ku hejmareke mezin a herêmên Sûriyeyê bixe bin kontrol û zîhniyeta xwe ya kevn a ku bi êdî bi kêr nayê.

Ev yek di demekê de pêk tê ku li Derayê tevlihevî heye û rewşa ewlehiyê xirab e. Her wiha êriş û hedefgirtinên ku piraniya wan li dijî endamên hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê tên kirin, zêde bûne.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji serê salê de li Derayê 231 êrişên bi rêbazên cuda çêbûne, di encamê de 173 kesên ku piraniya wan ji hêzên hikumeta Şamê û welatiyên herêmê ne, hatine kuştin.