13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa sûîqastê li endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê hat kirin

Li Silêmanî êrîşeke suîqastê li endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê hat kirin.

Li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê, li dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê êrîşeke sûqestî pêk hat. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin 3 gule li bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketine û ew rakirine nexweşxaneyeke li Silêmaniyeyê. Tê gotin ku rewşa wî giran e.

Hat hînbûn ku êrîş li ber derê komeleyê pêk hatiye û nayê zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Derbarê nasnameya endamê komeleyê de jî tu agahî nayên bidestxistin û heta niha der barê êrîşê de tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê başûrên Kurdistanê ve nehatiye dayîn.

Êrîşên beriya niha

Ev êrîş ne êrîşa destpêkê ye. Beriya niha jî êrîşên bi heman rengî li karker û siyasetmedarên kurd ên li balurê Kurdistanê hatin kirin. Destê MÎT’a tirk û rêxistina Îstixbaratê ya PDK’ê Parastin di van sûîqastan de heye. Heta niha di van êrîşên sûîqastê de Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, Endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed), Endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal), welatparêzên kurd ên ji bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî, Ferhad Bariş Kondû û Huseyîn Turelî jiyana xwe ji dest dane.