spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana nivîskar Dilawer Zeraq ‘Şador’ derket

Dîlawer Zeraq, diyar kir ku romana xwe Şador di encama keda çar salan amade kiriye û di metbaxa romannûsiyê de kemiliye û piştî gelek serboriyan hatiye berdestên xwînerên xwe.

Romana Dilawer Zeraq ji Weşanên Lîsê derket û ji 150 rûpelan pêk tê. Li ser bergê dawiyê weşanxaneyê ji bo nasandina pirtûka Dilawer Zeraq ev nîşe daniye: “Şador, hezkirinê dixe navenda vegotina xwe û me bi pirhêlîbûna wê dihesîne. Dilawer Zeraq, bi her hevoka xwe ve vegotinê li ser  hêz û rengîniya  zimên ava dike. Û bala me dibe ser taybetiya qalibnegir ya hezkirinê; û têgihana me ya li ser hezkirinê ku li ser yekrengiyê ava bûye, dişikêne.

Em hevpeywendiya her du karakterên Şadorê Besna û Rizgan de, çîroka hezkirinekê dixwînin kydixwaze bigihîje hafa xwe.

Şador, romanek e ku dide pey sedemên hez, hêz û desthilata nêrane (balkêşî: ne mêrane) û vegotina romanê di pêdeçûnê de hewlê dide pirs û sedemên dîtir yên cihêreng li pirsên li ser hez û hêza ketî behsê, zêde bike. Digel vê jî, roman, di ser hezkirin û hevpêwendiya lehengên romanê Besna û Rizgan re, berê xwe dide jêderkên dîtir yên hezkirina ku hewlê dide bigihîje hafa xwe. Şador, romanek e ku çi tiştê ku dibe sedema pêpeskirina hezkirinê, dide ber çerxa pirsan.”

Dilawer Zeraq hê hilma romanê li ser bû, bi germî der barê romana xwe Şador de bi rojnameya me re ev agahî par verikirin. Nivîskar Dilawer Zeraq der barê naveroka romanê de diyar kir ku roman hêza nêrane ya ku li ser pergala kevnar avabûyî lêpirsîn dike û wiha got: “Naveroka romanê, hêza nêrane ya li ser destihilata kevnar û feodal avabûyî, di ser gengaziya awayên dîtir yên hezkirinê re, dide ber pirsan û pê re jî; bavtiya ku hem dinyadîtî ye hem jî di nêrbûnê de asê maye û nêrtiya ku di psîkolojiya bindestiya mêtingeriyê de li bav dibe heval, datîne rastê. Her wiha, roman ji hêlekê ve jî, wekî helwesteke  nivîsînê ya bi şêweyê postmodern, awayê nêziktêdayîna ji bo hezkirinê ku di dastana Zembîlfiroş de heye, bi yên roja îroyîn re dide ber hev û dixwaze bigihîje reng û awayên dîtir yên hezkirinê.” Hem Weşanxaneya Lîsê hem nivîskar Zeraq romanê bi vî awayî pênase dikin.

Zeraq bi bîr xist ku romana Şador bi keda çar salan amade bûye û di metbaxa romannnûs de kemiliye, piştî gelek serboriyan hatiye berdestên xwînerên xwe, ev serboriyê wiha anî ziman: “Romana Şador, nêzikî çar (4) salan di hişê min de bi min re geriya û paşê sal û nîv berê min ew nivîsî. Piştî ku nivîsîna wê qediya, ji ber sedemên aborî û teknîkî, me karibû ancax salek şûnde çap bikira.”

Bi gotinên nivîskar diyar e ku Şadorê hezkirin ji bin bêjinga pergal û desthilata kevnar girtiye, bi nêrtiya ku psîkolojiya bindestiya mêtingeriyê dirûv girtiye jî tev lê kiriye û bi bêjinga mêjiyê xwe re derbas kiriye, şêweyê vegotina postmodernîzmê lê zêde kiriye, şîrove û nirxandina wê ji xwînerên xwe re hiştiye.

Şador romana Dilawer Zeraq a pêncan (5) e. Li weşanxane û pirtûkxaneyan li benda xwînerên xwe ye.