3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Wêjekarên Kurd du pirtûkên jinan derdixe

Ji aliyê jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin ve du pirtûkên helbest û çîrokan hatin amadekirin. Ew ê di demeke nêz de bên çapkirin.

Di çarçoveya xwedîderketina li ziman û wêjeya kurdî û ked û berhemên jinê de jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin, amadekariya du berhemên bi navê “Çîrokên Jinên Wêjekar”, “Helbestên Jinên Wêjekar” dikin. Her du berhem bi zimanê kurdî ne û wê di demeke nêz de ji Weşanxaneya J&J’yê bên çapkirin.

Çîrok û helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin

Di berhema “Çîrokên Jinên Wêjekar” de çîrokên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin cih digirin û amadekariya wê ji aliyê Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Di berhema “Helbestên Jinên Wêjekar” de helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin cih digirin û amadekariya wê jî ji aliyê Helbestkar Zozan Gulan û Nurcan Delîl ve hatiye kirin.