3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan Hevşaredarên Panosê binçav kirin

Li Agirî û Şirnexê polîsan bi ser malan de girt û Hevşaredarên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç jî nav de gelek kesan binçav kirin.

Li navçeya Panos a Agiriyê û navçeya Cizîrê ya Şirnexê û Stenbolê, polisan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polîsan gelek kesan bi tundiyê binçav kir. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, li Panosê polîsan Hevşaredara navçeyê ya HDP’î Muşerref Geçer û Midûrê Çavkaniya Mirovan a şaredariyê Ûgûr Laçîn binçav kirin. Polisan hevşaredar Emrah Kiliç jî li mala ku lê dima binçav kir. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û hevşaredar li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin.

Cizîr

Li Cizîrê jî polîsan di serdegirtinan de tundî kirin. Di serdegirtinan de polîsan welatiyên bi navê Serhat Çagli, Abîdîn Kuçuk, Mehmet Çagdavûl û rêveberê Rêxitina DBP’ê ya Cizîrê Remzî Dadak jî di nav de gelek kes binçav kirin. Hat hînbûn ku di nav kesên binçav kirine de zarokên 14-15 salî jî hene.

Sedema binçavkirina nehat hînbûn. Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.