18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyona Windayan xwest ku dewlet arşîvan veke

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya 17 û 31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakirinên Di Binçavan De yên Navnetewî, li pêş avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windakiriyan û endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’a Amedê Yakup Guven daxuyanî xwend. Guven, diyar kir ku wendakirinên bi zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Tu hinceteke şer, bêîstikrariya sîyasî yan jî rewşên derasayî wendakirinan mafdar dernaxe. Di vê mijarê de Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî Wendakirinên Binçaviyê parastina her kesî bi bîr dixe. Li gorî daneyên ÎHD û Navendên Hafizayê di navbera salên 1980 û 2001’ê de zêdetirîn di salên 90’î de hezar û 388 kes ji hêla bazbendên dewletê û hêzên paramîlîterên wê ve bi zorê hatine wendakirin.”

Guven, bi lêv kir ku dewlet ji bo herêmên goristanên bi giştî ji bîra mirov bibe hinek projeyan dixe dewrê û wiha pê de çû: “Em dizanin ku cenazeyên bi hezaran gelê me di van goristanên giştî de ne. Beşeke goristanên giştî bi hewldanên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi dîtinên gorîstanên giştî derketine holê. Herî dawî li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê, cihê goristanên giştî ji avahiyan re hat vekirin li ser navê mirovahiyê elbet ev nayê qebûlkirin. Ev mekanên hafizayê ji bo dewlet bikaribe bi sûcên xwe re hevrû bibe divê were parastin.”

Guven, destnîşan kir ku wekî parazvanên mafên mirovan  heqîqeta wendayên li Tirkiyeyê bi dengekî bilind bigihîjînin civakê, ji bo paşerojê re were hevrûkirin û edalet pêk were wê têkoşîna xwe ya  “Wenda Werin Dîtin Kiryar Werin Darizandin” bi israr bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“ *Ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatine wendakirin derkevin holê û wenda werin dîtin, ji bo kiryarên kuştinên kiryarên wan nediyar derkevin holê em daxwaz dikin dewlet hemû arşîvên xwe veke.

* Em endamên darezgeriyê vedixwînin ku dev ji polîtikayên bêcezakirinê berdin, li gorî belgeyên navnetewî li ser bûyerên wendeyan ku sûcê mirovahiyê ye darizandina bi bandor bimeşînin û li gorî peymanên navnetewî  demborîbûna van sûcan piştguh bikin.

* Em hikumetê vedixwînin “Peymana Navnetewî ya Derbarê Parastina Wendakirinên di Binçavan de yên Neteweyên Yekbûyî” destnîşan bikin û peywîrên peymanê bi cih bînin.

*Ji bo di vê erdnigariyê de êşên bi vî awayî careke din neyê jiyîn, ji bo heqîqet derkevîn holê û ji bo avakirina aşitiya civakî em careke din daxwaza “Komisyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûna bi Paşerojê re’’dikin.

* Bi jibîrkirdayîna hemû bêhiqûqiyên paşerojê re avakirina civak û dewleteke demokratîk ne mimkun e. Îradeya demokrasiyeke rastî, îradeya hevrûbûna paşerojê û darizandina berpirsiyaran e.

*Em bi her kesî ku wenda dibe re nirxên xwe yên mirovahiyê jî wenda dikin. Mafên me yên jiyanê girêdayîyê aqûbeta wendayan û diyarkirina berpirsiyaran e.”