19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Qamişlo û Hesekê li ser goran find pêxistin

Bi minasebeta 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên bajar û navçeyên Qamişlo û Hesekê berê xwe dan goristanên şehîdan li ser gorên şehîdan find pêxistin.

Bi dehan malbatên şehîdan û şêniyan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo, Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li herêma Dêrikê û Goristana Dilşêr a li gundê Dugirê yê li navçeya Tirbespiyê. Li Hesekê jî, şêniyan berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê. Şêniyên Til Temirê jî berê xwe da goristana şehîdan a li Til Temirê. Şêniyên Dirbesiyê jî berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, malbatên şehîdan û şêniyan li ser gorên şehîdan find pêxistin û soz dan ku heta azadî û serkeftinê dê rêya wan bişopînin.