3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîteya Ji Abdullah Ocalan re azadî li Baselê dest bi nobetê kir

Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî, li Baselê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest bi çalakiya nobetê kir.

Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî, li Baselê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest bi çalakiya nobetê kir. Li bajarên Aaraû, Lûzern û Zurîhê jî têkîldarî pergala tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên saziyan re hevdîtin hatin kirin.

Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî, li Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin, xebatan didomînin. Komîteyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi beşdariya aktivîstên Kurd, Swîsreyî, Katalan, Ûrûgûayî, Fransî û Kenyayî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Çalakiya nobetê wê her Çarşemê ji aliyê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ve bê lidarxistin. Di çalakiyê de wê pirtûkên Abdullah Ocalan bên nasandin, fîlm bên pêşandan û civînên gel ên vekirî bên lidarxistin.

Çalakiya nobetê îro bi daxuyaniyekî destpê kir.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Alî Matûr diyar kir ku ew ê çalakiya ku li Baselê destpê kir, li tevahiya Swîsreyê belav bikin. Matûr bang li Kurdistanî û bi taybet jin û ciwanan kir ku xwedî li pêngava azadiyê derbikevin û bi ser bixin.